Asayişa PYD li Efrînê endamekî komîteya Navendî ya PDK-S girt

 

Hewlêr (Rûdaw)- Asayişa bajarê Efrînê li Rojavayê Kurdistanê, a ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve, şeva borî endamê komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Hisên Îbiş girt.

Endamê polîtburoya PDK-S, Mistefa Cumaa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şeva borî Asayişa bajarê Efrînê bi ser mala endamê komîteya navendî ya partiya wan de li bajarokê Şeran ser bi Efrînê girt û ew binçav kirin.

Cumaa girtina hevalên wan weke guvaşeke siyasî li ser partiya wan da zanîn û got “Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD ji bandor û têkariya PDK-S weke partiyeke mezin ditirse lewra ew hewla astengkirina wê dide.”

Cumaa got jî “Piştî yekîtiya aliyên ku Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye ji wan hatiye damezrandin, PYDê hewil dide ku karê vê partiyê asteng bike û rola wê beravêtî bike.”

Cumaa herwiha diyar kir ku “PYD dixwaze ku partiya wan rakişîne pirojeya xwe yanjî wan rakişîne dijberiyekê, lê ew bersiva van hewlan nadin.”

Ev yek di demekê de tê ku, pêr, 11.05.2014, asayişa PYD li bajarokê Çilaxa endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye Mihemed Emîn Ebbas binçav kirin û heta niha jî çarenivîsa wî nediyare.