PAK û TDK-TEVGERê helwesta xwe ya derbarê hilbijartinan de eşkere kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) deklerasyona xwe ya hevbeş a têkildarî hilbijartinên parlamento û serokomariyê Tirkiyê ragihandin.

PAK û TDK-TEVGER di deklerasyona xwe de dibêjin ku li Bakurê Kurdistanê, teva hemû bedelên giran ên hatine dayin jî tevgera rizgarîxwaziya neteweyî û demokratîk ji yekgirtinek siyasî û rêxistinî û hevkarîyek neteweyî û Kurdistanî bêpar e; heta li ser daxwazên acîl ên miletê Kurd û Kurdistaniyan jî ne xwediyê hevkarî, yekitî û bereyek berfireh e.

PAK û TDK-TEVGER dibêje: “Divê em daxwazên acîl yên miletê Kurd derxînin pêş û têxin rojeva siyasî ya hilbijartinê.Di van şerd û mercên îro de, em daxwazên acîl yên miletê Kurd bi kurtayî weha pênase dikin: Divê nasnameya miletê Kurd, perwerdeya bi zimanê kurdî bi herdu zaravayên xwe Kurmancî û Zazakî bê qebûlkirin, zimanê Kurdî jî li gel zimanê Tirkî bibe zimanê  fermî. Divê qedexeyên li ser navê Kurdistanê û li ber partî, dezgeh  û rêxistinên bi navê Kurdistanê bêne avakirin ji holê rabin. Divê navê gund, bajar û navçeyên Kurdî yên ku hatine guherandin, weke navên berê bêne vegerandin. Divê azadîya ramanî û birêxistinbûyînê li gorî hiqûqa gerdûnî bêne bicihanîn. Divê dewleta Tirkiyê şerdên wan peymanên navnetewî yên îmze kirîye, pêk bîne.”

Derbarê helwesta hilbijartinê de jî PAK û TDK-TEVGER diyar dikin ew tevlî ti hevpeymaniyan nabib û “tevî ku HAK-PARê di van 8 salên dawîn de, ji xeynî çend îstîsneyan, xwe ji hevkarî û xebatên hevbeş yên bi partîyên Kurdistanî re dûr xistiye” lê dîsa jî ew dê piştgiriya HAK-PARê bikin.

Deklasryone hilbijartinan a PAK û TDK-TEVGERê wiha ye:

“Di 14ê Gulana 2023yê de, li Tirkîye û li Bakurê Kurdistanê, dê hilbijartinên parlamento û serokomariya dewleta Tirkiyê bên li darxistin.

Hilbijartinên 14ê Gulanê, di demeke ku hîna birînên erdheja 6ê sibata 2023yê nehatine kewandin, tên lidarxistin. Dewleta Tirkiyê di vê erdhejê de, bi hemû dem û dezgehên xwe ve, di binê kavilên erdhejê de maye. Encamên erdheja 6ê sibatê, di eslê xwe de berhem û nîşana hişmendî û sîstema pûç a dewleta Tirkiyê ye; qetlîameke ku failê wê desthilatdariya hikûmeta AK Partiyê û hemû dezgehên dewleta Tirkiyê ye. Lê belê, Serokkomarê Tirkiyê desthilatdariya hikûmeta AK Partiyê û dezgehên bingehîn ên dewleta Tirkiyê weke ku tu tiştek nebûbe, weke ku tu berpirsyarîya wan di vê qetlîama erdhejê da tunebe,tevdigerin.

Du sebebên esasî hene ku ev desthilatdarîya dewleta Tirkiyê bi vî rengî bê tirs û bê xem tevbigere. Sebeba yekem ew e ku li Tirkiyê di nava gelê Tirk de hêzeke xurt, girseyî û bi rêxistinî tuneye ku bikaribe li mafên xwe xwedî derkeve; daxwaza azadî, demokrasî, edalet, wekhevî û jîyaneke mirovane bike. Sebeba duyem jî hejarîya rêxistinî ya li ser xetek neteweyî, demokratîk û kurdistanî û bêtifaqîya kurdan e. Mixabin li Bakurê Kurdistanê, teva hemû bedelên giran ên hatine dayin jî tevgera rizgarîxwaziya neteweyî û demokratîk ji yekgirtinek siyasî û rêxistinî û hevkarîyek neteweyî û Kurdistanî bêpare; heta li ser daxwazên acîl yên miletê Kurd û Kurdistanîyan dahî ne xwediyê hevkarî, yekitî û bereyek berfirehe.

Ev herdu sebebên bingehîn, li gel konjonktura siyasî, aborî ya Rojhilata Navîn û cîhanê, keys û derfetê dide rayedarên Dewleta Tirkiyê ku di warê vê karesata mezin ya erdhejê, qeyrana aborî, mafên mirovî, azadî, demokrasî û edaletê de û herweha di warê mafên miletê Kurd yên neteweyî, demokratîk û kulturî de ewqas bê xem be; xwe nede ber tu guherandin û çareserîya van pirs û pirsgirêkan.

Ev bêrêxistinbûn û li mafên xwe xwedînederketina gelê Tirk û bêtifaqîya Kurdan, weha dike ku partiyên mixalefetê yên dewleta Tirkiyê jî bi awakî bêminetî tevbigerin. Ew jî behsa mafên miletê Kurd ên neteweyî, demokratîk, kulturî û heta mafên perwerdeya bi zimanê Kurdî nakin.

Bi kurtayî îro li Tirkiyê, hem desthilatdariya AKPê û hem jî muxalefeta heye, ji bernameyek ku mafên bingehîn ên gelên Tirkiyê û nemaze mafên miletê Kurd û pêkhateyan li gor pîvanên hiqûqa gerdûnî û mafên mirov diparêze, bêpar in.

-Tifaqa Cimhûr jî, Tifaqa Milet jî hebûna miletê Kurd û mafê miletê Kurd yên ji miletbûnê tê, nexistine bernameyên xwe!

-Rewşa desthilatdarîya hukûmet û muxalefetê diyar dike ku piştî 14ê Gulanê jî, ji bo miletê Kurd û pêkhateyan, tu guherînên bingehîn pêk neyên. Hukûmet, serokkomarî û muxalefeta heye, hebûn û berdewamîya dewleta Tirk ya li ser bingehê dagirkerî, nîjadperestî, înkar û asîmîlasyona miletê Kurd û pêkhateyan hatiye avakirin, diparêzin.

Ew li ser paradîgmaya “yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al û yek zimanî” û parastina vê struktur û sîstema dewleta Tirk misoger in. Ew ji guherînên bingehîn re ne amade ne. Desthilatdarî, hukûmet û muxalefet jî, di warê neguherandina her çar xalên Qanûna Bingehîn yên neguherbar de, ku hebûna miletê Kurd, zimanê Kurdî, hemû mafên neteweyî, demokratîk û kolektîf ên miletê Kurd û Kurdistaniyan qedexe dikin, xwedî eynî raman û helwestê ne.

Tifaqa Milet jî û Tifaqa Cimhûr jî di deklerasyonên xwe yên hilbijartinan de, mafê miletê Kurd yên herî xwezayî yên weke nasnameya Kurdî, perwerdeya bi zimanê dayikê û mafê bi nasnameya xwe rêxistinîyê, behs nekirine û neanîne zimên. Teva ku Tifaqa Milet dibêje ‘emê pirsa Kurd li parlamentoyê çareser bikin’ jî bêyî çend gotinên ne zelal, ji bo pênasekirin û çareserkirina pirsa miletê Kurd û Kurdistanê, heta niha tu bername pêşkêş nekirine. Bêgûman, hinek gavên ku Tifaqa Milet dixwaze bavêje, hata radeyekê belkî bikaribe vê zexta li ser civatê heye, hinekî kêm bike. Lê, bernameya wan a di derbarê azadî û demokrasiya li Tirkiyê jî, bi gelek qeyd û şerdan ve hatîye girêdan û ev jî rê li ber pîvanên gerdûnî yên azadî û demokrasiyê digre.

Bi van bername û helwestên xwe diyar dibe ku herdu tifaq jî di mijara çareserkirina pirsa miletê Kurd û Kurdistanê de ne xwediyê cudahiyên bingehînin. Herdû îtifaq jîli ser parastin û berdewamîya siyaseta degirkerî û statukoparistina dewletê,hemfikir in.

Tifaqa Ked û Azadîyê û Partîya Çep ya Kesk jî di deklerasyonên xwe de dibêjin ku ‘’emê pirsa Kurd bi rêyên demokratîk çareser bikin’’.Lê mixabin wan jî di deklarasyon û bernameya xwe ya hilbijartinê de, di derbarê pênasekirin û çareserîya pirsa miletê Kurd û Kurdistanê de û ji bo daxwazên acîl yên kurdan, ji xeynî çend gotinên gilover, tu tiştekî berbiçav dest nîşan nekirine;ew di vî warî re rewşê şolî dikin û siyasetek li ser esasê tirkîyeyîtî didin pêş.

Çareserîya pirsa miletê Kurd û Kurdistanê

Pirsa miletê Kurd û Kurdistanê, pirsek neteweyî û niştîmanîye. Di esasê xwe de; pirsa mafê çarenûsîya miletê Kurd e, pirsa azadîyê, avakirina desthilatdarî û civateke demokratîk û dadweriyê ye.

Bêgûman di warê çarenûsa miletê Kurd û Kurdistanê de, biryara dawî ya gelên Kurdistanê ye. Ango; di şert û mercên azad de û bi îradeya xwe ya azad, tenê miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê dikarin li ser çarenivîsa xwe biryarê bidin.

Di encamê de, ev pirs û pirsgirêk bi desthilata dewleta Tirkiyê û nûnerên gelê Kurdistanê, bi çavdêriya dewletên cîhanê, bi guftûgo û muzakereyên herdu alîyan û li ser “Maseya Grover” dikare bê çareser kirin.

Li Bakurê Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên miletê Kurd û Kurdistaniyan, bi kîjan formên dewletê ango federal, konfederal a jî serbixwe dibe bila bibe, em dê hewl bidin ku sazûman û sîstemeke demokratîk a ku xwe bispêre prensîp û rêbazên azadî, wekhevî, parvekirina adîl ava bikin. Armanca me, divê avakirina sîstem û civatek demokratîk be ku hemû beşên civatê bi awakî, azad û bextewar tê de bijîn. Di vê sîstem û civata demokratîk de, armanca sereke hemû çîn, dîn, etnîk, mezheb, bawerî û zimanên cuda bi hevdû re di nav aştî, azadî, parvekirinek dadwerî û aramîyê de bijîn.

-Di hilbijartinên 14ê Gulanê de em dê li gorî rêbazên Kurdistanî û li gorî berjewendîyên gelê xwe helwestê bigrin

-Di hilbijartinên 14ê gulana 2023yê de, li gel parastina mafê çarenûsîya miletê Kurd, ji bo rê li ber çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê xweş bibe, divê em daxwazên acîl yên miletê Kurd derxînin pêş û têxin rojeva siyasî ya hilbijartinê.

Di van şerd û mercên îro de, em daxwazên acîl yên miletê Kurd bi kurtayî weha pênase dikin: Divê nasnameya miletê Kurd, perwerdeya bi zimanê kurdî bi herdu zaravayên xwe Kurmancî û Zazakî bê qebûlkirin, zimanê Kurdî jî li gel zimanê Tirkî bibe zimanê  fermî. Divê qedexeyên li ser navê Kurdistanê û li ber partî, dezgeh  û rêxistinên bi navê Kurdistanê bêne avakirin ji holê rabin. Divê navê gund, bajar û navçeyên Kurdî yên ku hatine guherandin, weke navên berê bêne vegerandin. Divê azadîya ramanî û birêxistinbûyînê li gorî hiqûqa gerdûnî bêne bicihanîn. Divê dewleta Tirkiyê şerdên wan peymanên navnetewî yên îmze kirîye, pêk bîne.

Divê van daxwazên acîl yên miletê Kurd di Qanûna Bingehîn û hemû qanûnên peywendîdar ên dewleta Tirkiyê de bêne bicîkirin. Ji bo pêkanîna van daxwazên acîl, divê em xebatên cihêreng û berfireh ên hevbeş bimeşînin.

Divê em hewl bidin ku pêwendîyan bi partî, rêxistin û dezgehên sivîl ên Tirkiyê jî deynin ku em bikaribin di derheqê daxwazên acîl de piştgiriyek berfireh bigrin; herwiha raya giştî ya Tirkiyê jî tê bigihêjin ku heta rê li ber çareserîya pirsa miletê Kurd û Kurdistanê venebe, dê li Tirkiyê jî derfetên avakirina azadî û demokrasîyek rasteqînî neyên holê.

-Em dê bi tu partîyan re tifaqa hilbijartinê nekin, lê em ê dengên xwe bidin HAK-PARê

Em wek TDK-TEVGER û PAK  bi awakî fermî nikarin beşdarî hilbijartinan bibin û di vê wexta teng da alternatîfa namzedên serbixwe jî ne di rojevê de ye.

Emê bi tu partîyan ra jî  nekevin nav tu hevkarî yan jî tifaqên hilbijartinan.

Di nav partîyên ku beşdarî hilbijartinan dibin, wek bername û daxwazên ku di deklarasyona xwe ya hilbijartnê de nîşan dane, em HAK-PARê nêzî xwe dibînin.

Cihê mixabinîyê ye ku, HAK-PARê di van 8 salên dawîn de, ji xeynî çend îstîsneyan, xwe ji hevkarî û xebatên hevbeş yên bi partîyên Kurdistanî re dûr xistîye. Pêşniyariya PAK û TDK-TEVGERêyaku “em pêşî hevkariyek neteweyî, demokratîk û Kurdistanî ava bikin; helwest û hevkariya hilbijartinê jî weke beşekî xebata vê hevkarîya millî û demokratîk binirxînin”, HAK-PARê bê bersîv hiştiye. Di encamnameya civîna Meclîsa Partiyê ya  HAK-PARê ya 1ê nîsana 2023yê de, qet behsa vê mijara ku bi partîyên Kurdistanî re avakirina îtifaqa hilbijartinê nehatîye kirin.

Ji  ber van sedemên esasî yên ku em li jorê diyar dikin, em dê bi HAK-PARê re jî tifaqek hilbijartinê pêk neînin. Lê belê Rêzdar Duzgun Kaplan Serokê Giştî yê HAK-PARê di 4ê nîsana 2023yê de ji PAKê û TDK-TEVGERê re nameyek şand. Di vê nameyê de, rêzdar Duzgun Kaplan diyar dike ku “hema piştî hilbijartinan ji bo avakirina hevkariyeke milî û demokratîk HAK-PAR ji bo hevdîtinan amade ye û di vî warî de çi bikeve ser milên wan dê bi cih bînin”.  Em weke PAK û TDK-TEVGERê vê nameyê weke helwest û hewldanek erênî dinirxînin; herweha ji bo ku HAK-PAR partiyek Kurdî ye û ji bo ku em program û daxwazên wê yên siyasî di nav xeta neteweyî û Kurdistanî dibînin; em dê di hilbijartina parlamentoyê ya 14ê gulana 2023yê de dengên xwe bidin HAK-PARê. Em hêvîdar in ku ew beyan û helwesta Rêzdar Duzgun Kaplan a li jor û vê piştgirîya me ya ji bo HAK-PARê, dê piştî hilbijartinan bibe zemîn û destpêka hevkariyeke milî û demokratîk a li Bakurê Kurdistanê.

Di hilbijartinên serokkomariyê de jî em dê li gorî menfeet û daxwazên meşrû yên acîl ên  miletê Kurd helwestê bigrin û tevbigerin. Kîjan namzed li pêşberî raya giştî bi awayekî zelal û şefaf teahudê bide ku ew dê daxwazên acîl ên miletê Kurd di Qanûna Bingehîn û di qanûnên din ên peywendîdar ên Dewleta Tirkiyê de bicîh bike, em dê piştgirîya wî bikin.

Tecrubeyên heta îro nîşan dane ku heta Kurd nebin xwedîyê tifaqek neteweyî, weke alîyekî tevnegerin û bi hevbeşî li daxwazên xwe yên neteweyî û demokratîk xwedî dernekevin, bi yek helwestê hêza xwe nîşan nedin, em dê nikaribin tu mafên xwe yên neteweyî, demokratîk û kulturî bidest bixin û destkeftinên xwe biparêzin, em dê nikaribin tesîrê li ser helwesta van tifaqan û partîyan bikin. Em dê nikaribin tesîrê li ser guhertinên Qanûna Bingehîn bikin û em dê nikaribin sîyaseta dewleta Tirkiyê ya dagirker û asîmîlasyonî ya di derbarê miletê Kurd û kurdistanîyan de, biguherînin.

Loma jî li Bakurê Kurdistanê divê ji aliyekî ve ji bo avakirina hevkarî, tifaqek, bereyeke mayende, stratejîk û Kurdistanî xebat bê meşandin; ji alîyekî ve jî divê em hewl bidin ku li ser  daxwazên acîl yên miletê Kurd, hêza hemû pêkhateyên Kurdistanê û gelê me yê li bajarên metropolên Tirkiyê dijîn bikin yek. Ji bo rê li ber çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê vebe, ji bo ji îro ve em wek gelên Kurdistanê û kurdên li bajarên metropolên Tirkiyê dijîn, mafên xwe yên acîl bidest bixin, divê em weke terefekî tevbigerin.

Yekitî, hevkarî û hevrêzîya partî, rêxistin, tevgerên Kurd û Kurdistaniyan navnîşana çareseriya pirsa miletê Kurd û Kurdistanê ye!”