Li Qamişlo rewş aloz dibe
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê careke din rewşa ewlehî li nava wî bajarî aloz dibe.
Li gor zanyariyên ji çavkaniyên xwecihî hatine wergirtin li bajarê Qamişlo rewşa ewlehî aloz bûye.
Li gorî wan zanyariyên ku bidest Rûdawê ketine, Hêzên Ewlehiya Navxwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku ser bi Rêveberiya Xweser in, rêyên ku diçine Çargoşeya Ewlehî û Firokexaneyê Qamişlo girtine.
Ew rewşa alozbûnê piştê wê yekê tê ku hêzên hikûmeta Sûriyê herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê, xistine jêr dorpêçê û rê nadin ard, nan, xwarin, sotemenî û pêdiviyên jiyana rojane derbasî wan herdu taxên kurdnişîn bibin.
Asayişê dest daniye firneya Qamişlo
Tê zanîn ku li beramber wê dorpêça li ser herdu taxên li Helebê, hêzên ewlehiyê dest danîne ser firneya sereke ya Qamişlo, ku di destê hikûmetê de bû.
Roja Sêşemê jî girtina rêyên Çargoşeya Ewlehî û Firokexaneya Qamişlo, weke berdewamî wê rewşê tê nirxandin.
2 civîn çêbûne
Derbarê mijarê de Mamosteyê Zanîneghê Dr.Ferîd Sedûn jî vê sibehê mêvanê bernameya Nûroja Rûdawê bû û li gor gotina wî, heta niha 2 civîn di navbera şandên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyê de çê bûn lê herdû jî negihiştine ti encamekî, biryar e îro danê nîvro careke din lihev bicivin.
Lê Sadûn dibêje ji ber pirsgirêk girêdayî navçeyeke din a li Helebê ye û bi vê awayî pirs nayê çareserkirin û pêwîst e gotûbêj li gel wan aliyan bê kirin ku taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dorpêç kirine ku ew jî firqeya 4an ya Artêşa Sûriyê ye.