KERKÛK - Çekdarên DAIŞê li gundên Kurdên Kakeyî belav bûne
Daqûq (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê li gundên Kakeyiyan li sînorê navçeya Daqûq a Kerkûkê belav bûne û di nava xelkê deverê de dest bi bangeşeya şerê li dijî Heşda Şeibî û hêzên Artêşa Iraqê kirine.
Li gorî agahiyên Rûdawê, çend yekîneyên çekdarên rêxistina DAIŞê çend roj berî niha derbasî nav gundê Hefte Xar li sînorê Daqûqê bûne û ji xelkê gund re behsa şerê li dijî hêzên iraqî û Heşda Şeibî kirine.
Çavkaniyên ji derverê ji Rûdawê re dan xuyakirin, ku çekdarên DAIŞê li gundê Hefte Xar çûne mizgevta gund û banga nivêja eşayê dane û piştî nivêjê bi bilindgoya mizgevtê ji xelkê gund re axivîne û ji wan re gotine, ku ji wan netirsin û ew nehatine ku xelkê bikujin. Li gorî wan zanyariyan, çekdarên DAIŞê herwiha gotine, “şerê me tenê li dijî Heşda Şeibî û hêzên Iraqê ye.”
Li sînorê navçeya Daqûqê gelek gundên Kurdên Kakeyî hene, ku ji ber namana hêzên ewlekariyê yên Iraqê valahiyeke ewlehiyê li wê derê çê bûye û ew yek bûye demek ku liv û tevgera çekdarên DAIŞê li sînorê navçeya Daqûqê zêdetir bibe û bi taybet li sînorê gundên Kurdên Kakeyî desthilata DAIŞê berfirehtir bibe.
Welatiyekî gundê Hefte Xar bi navê Rizgar Celal derbarê rewşa gundên Kakeyî de dibêje: “Em bi ti awayî baş nînin, li vî sînorî ti hêzeke ewlekariyê lê nîne, heta ku digihe sînorê Hemrînê, senger vekirî ne, wê yekê jî girift ji me re çê kiriye. Dema ku em diçin ser kar, dilê me li cem mal û zarokên me ye û bi şevan jî me xew nîne.”
Rizgar Celal herwiha dibêje: “Heftiya bihorî 12 çekdarên DAIŞê li pey xalê min ketin û wî jî bi neçarî dest ji mala xwe û pez û ajelên xwe berda û reviya. Em ditirsin ji nişka ve êrişî me bikin û zirareke mezin bigihînin me.”
Ji dema dagîrkirina Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanî ji aliyê Heşda Şeibî û hêzên din ên Iraqê ve, hejmarek ji Kurdên Kakeyî tevlî Heşda Şeibî bûne û hêzeke wan di çarçoveya fewcekê de hatiye avakirin. Erkê parastina deverên Kakeyînişîn li sînorê Daqûqê bi wê hêza Kakeyî ya di nava Heşda Şeibî de hatiye spartin, lê belê her çi qas ku baregeha wê hêzê li deverê heye, ew ji wê yekê têgihîştine ku ew nikarin cihê hêzên pêşmerge bigrin û di şiyana wan de nîne ku weke pêşmergeyan ewlekariya deverê biparêzin.
Wê hêza Kakeyî ya Heşda Şeibî çend caran daxwaza alîkariya leşkerî û çek û teqemeniyan ji Bexdayê kirine, lê belê hikûmeta Iraqê ti bersivek nedaye daxwazên wan.
Li aliyekê din, piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û heta niha hêzên iraqî nekarîne deverê ji paşmayiyên DAIŞê paqij bikin û roj bi roj çekdarên DAIŞê li wê derê xwe birêxistintir dikin û her ku diçe, desthilata wan li deverê zêdetir dibe.
Di heyama kêmtir ji heftiyekê de, li sînorê Daqûqê çekdarên DAIŞê şeş çalakî li dijî hêzên Iraqê encam dane.
Çekdarên DAIŞê herwiha di heftiya bihorî de mezargeha pîroz a Kurdên Kakeyî, mezargeha Seyid Zêbar Seyid Îbrahîm li sînorê Daqûqê teqandine.