Hevşaredara navçeya Hênê ya Amedê rastî êrişê hat

 

Amed (Rûdaw) – Hevşaredara navçeya Hênê ya Amedê Nevîn Oktay ji aliyê bavê xwe ve rastî êrişa bi kêran hat û bi giranî birîndar bû.

Hevşaredara navçeya Hênê ya Amedê Nevîn Oktay, ji aliyê bavê xwe ve ku tê gotin aqilê xwe ji dest daye, rastî êrişa bi kêran hat.

Oktay di bûyerê de bi giranî birînar bû ji ber wê jî birin Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.

Hat zanîn ku Oktay, metirsiya mirinê ji ser xwe avêtiye.  

Duh jî, hevşaredarê Qosera Mêrdînê di ofîsa xwe de rastî êrişa çekdarî hatibû.