Bircên Amedê ber bi Mîrateya UNESCO ve dimeşe

Amed (Rûdaw) – Ji bo ku Bircên Amedê bikeve nava Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya UNESCO’yê li Amedê civîneke girîng pêk hat. Ekîba ICOMOS û ICOFORT girîngiya bircan û pêşeroja wê nirxandin.

Endamên Komîteya Neteweyan a Tirkiyeyê ya Konseya Navneteweyî ya Bîrdarî û Sîtan (ICOMOS) û ICOFORT, li Amedê civiyan. Encamnameya civînê li Mala Amedê bi çapemeniyê re hate parvekirin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr û Waliyê Amedê Mustafa Toprak jî di civînê de amade bûn. Walî Toprak, diyar kir ku ew ê restorasyona bircan li gorî rih û reseniya wan çêbikin û ew dixwazin navê Bircên Amedê di mîrateya UNESCO’yê de bidin nivîsandin. Toprak, destnîşan kir ji bo vê yekê ew ê binesaziyeke xurt ava bikin. Şaredarê Amedê Osman Baydemîr jî got ji bo ku ew Bircên Amedê ji nifşên pêşerojê re bihêlin, ji bo ku nava bircan bikin cihên jiyanê ew xebateke bêhempa dimeşînin û wiha got: “Kevirên Bircên Amedê ji we re bi 15 zimanan dibêje ‘hûn bi xêr hatin’. Bircên Amedê mizgîniya jiyaneke wekhev û aştiyane ya bi ol û baweriyên cuda dide we. Mizgîniya biratiyê dide we. Em bi hemû hêza xwe hewl didin ku van bircan bigihijînin pêşerojê û ji nifşên nû re bihêlin. Ev di heman demê de hewldana aştiyê ye. Werin em bi hemû sazî û dezgehên cemaweriyê û saziyên sivîl re ji îro û pê de ji sedî 10 budçeya xwe bo bircên Amedê veqetînin û hewl bidin van bircan bixin nava mîrateya çandî ya UNESCO’yê.”

‘Divê xebatkar perwerdehiya teknîkî bibînin’


Endama ICOMOS’ê Prof. Dr. Zeynep Ahunbay jî encamnameya civînê xwend. Ahunbay, diyar kir ew xebata şaredariyê û walîtiyê ya ji bo bircan bi şanazî pêşwazî dike û wiha got: “Ji bo ku ev herêm bibe mîrateya cîhanê, mîrateya çandê divê hertim lênihêrtineke baş bê kirin û pir baş bê parastin. Ji bo vê yekê jî pêwîst e xebatkarên saziyan bi awayeke teknîkî bên perwerdekirin û ekîbeke ku van bircan biparêze bê avakirin. Ji bo parastina bircan divê sponsorên din jî bên peydakirin. Divê karsaz malên dîrokî restore bikin û careke din ji xwediyê wan ên rastîn re bihêlin û veguhezin cihê turîzmê. Pêwîst e têkiliya gel bi mîrateya wê ya çandê re baş bê hunandin. Di dema serlêdana mîrateya cîhanê de pêwîst e taybetiyên bêhempa yên bircan, taybetiyên unîk û taybetiyên herêma xwezayî ya hawirdora Çemê Dîcleyê û tesîra wê ya li ser bajêr derxin pêş.  Ji bo ku serlêdan temam bibe pêwîst e keleyên Mezopotamyaya Bakur û derdora Deryaya Spî bêne muqayesekirin û xebatên wiha bêne amadekirin.”