HEWLÊR - Kesekî êrişî mala xezûrê xwe kir û 4 kes kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Kesekî li bajarê Hewlêrê bi çekê êrişî mala xezûrê xwe kir û 4 kes kuştin û kesek jî birîndar kir.
Li gorî agahiyên ku gihiştine ber destê Tora Medyayî ya Rûdawê, êrişkar bijîşkekî bi navê S.M. ye û yek ji kuştiyan jî bijîşk e û hevjîna wî ye.
Tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê û kuştî û birîndar birin nexweşxaneyê.
Li gorî çavkaniyên ji Nexweşxaneya Zanîngeha Taybet, 4 kes di encama êrişê de hatine kuştin ku hevjîn, xwişka hevjînê û xesû û xezûrê êrişkar in û kesek jî birîndar bûye.
Her wiha li gorî agahdariyan 2 kesên din jî hatine kuştin û ew birine nexweşxaneyeke taybet lê ev yek nehatiye piştrastkirin.
Li gorî çavkaniyê, êrişkar bi çekê êriş kiriye.