Li Şingalê ji ber teqîna şofbenê 2 kes mirin

Şingal (Rûdaw) - Li gundê Xanesorê yê nahiyeya Sinûnê ya navçeya Şingalê, ji ber teqîna şofbena serşokê zilamek û hevjîna xwe mirin.
Merivekî malbatê ji nûçegihanê Rûdawê Nasir Elî re got,"Çar zarok li pey her duyan mane."
Îro li gundê Xanesorê zilamek û hevjîna wî li nêzîkî şofbena serşokê (Hemamê) bûn û ji ber teqîna şofbenê her du jî mirin.
Xelkê gundê Xanesorê û merivê malbatê Zeyad Şemalî ji Rûdawê re ragihand ku ev bûyer di serşoka mala wan de qewimiye.
Navê yek ji wan kesê miriye Xelefê Xelef e û 36 salî û hevjîna wî jî 33 salî ye.
Li gorî gotina Ziyad Şemalî çar zarokên nalbatê hene û di dema bûyerê de zarok di odeyê de bûne û ew silamet in.
Ziyad Şemalî birêveberiya Şingalê jî rexne kir û got:
“Li Sinûnê 18 gund hene lê ti navendeke agirkujiyê nîne. Eger navendek hebûya û wan zû xwe bigihandina wê derê, dibe ku karibûna wan rizgar bikin lê mixabin her duyan jî jiyana xwe ji dest da."
Ji bilî çar zarokên wan, çar zarokên birayê Xelefê Xelef ku di sala 2004an de di şerê Îraqê de hatibû kuştin jî bêxwedî man.”
Li gorî gotina Ziyad Şemalî cenazeyên her du welatiyan dê li Ziyaretgeha Şerfedînê bên veşartin.