Konvoya Erdogan qeza kir: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezexê ya Şirnexê tîma pasewanên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan qeza kir û di encamê de polîsek mir û 3 kes jî birîndar bûn.

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan îro di çarçoveya propagandeyên hilbijartinên 31ê Adarê çû Şirnexê.

Kovoya Erdogan di dema ji Şirnexê diçû bajarê Mêrdînê, tîma pasewanên wî li navçeya Hexexê qeza kir.

Li gorî agahiyan di qezayê de polîsekî canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Hat zanîn ku ji birîndaran 2 polîs in.

Derbarê rewşa tendrustiya kesên birîndar ti agahiyek nehatiye belavkirin.