Li Erziromê qeza: 18 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê otobûseke şaredariyê, minîbûsek û otomobîlek li hev qelibîn û di encam de 18 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyan Erziromê destpêkê otobûseke şaredariyê li minîbûsekê daye û minîbûsa ji kontrolê derketiye piştre li otomobîlekê qelibiye.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê û parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Tîmên parastina sivîlan rêwiyên di nav otobusan de asê mabûn rizgar kirin.

Herwiha tîmên tenduristiyê 18 kesên ku di qezayê de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên cûda yên parêzgehê.

Derbarê rewşa tenduristiya birîndaran de ti zanyarî nehatine belavkirin.