Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê: Di erdhejê de 48 hezar û 448 kesan canê xwe ji dest dane

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku ji ber erdhejên navenda Mereşê 48 hezar û 448 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îro Duşemê 13ê Adara 2023an li Navenda Koordînasyona Afetê ya Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê daxuyanî da û amarên nû yên canjidestdanên li herêma erdhejên 6ê Sibatê eşkere kirin.

Li gor amarên nû yên ku Soylu eşkere kirine, hejmara canjidestdanên erdheja Mereşê li gor du rojên berê 473 kes zêde bûye û gehiştiye 48 hezar û 448 kesan. AFADê 11ê Adarê hejmara canjidestdanê wek 47 hezar û 975 kes ragihandibû.

Soylu li ser belavkirina lîsteya daxwaza alîkariyê bo herêma erdhejê jî diyar kir ku tiştekî asayî ye welatî li ser alîkariyên xwe bo herêma erdhejê berdewam bin.

Herwiha Soylu bi helkefta destpêkirina meha Remezanê jî banga hevkariyê bo herêma erdhejê kir.