Deklarasyona Newrozê ya HDPê

Amed (Rûdaw) – Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Amedê deklarasyona Newrozê eşkere kirin.

 

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Amedê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xistin û deklarasyona Newrozê ragihandin.

 

Daxuyaniya Newrozê ya bi zimanê Kurdî, ji aliyê Hevserokê KCDê Berdan Ozturk ve hat xwendin, ku têde hat diyarkirin: “Bi hatina biharê re, tenê zor û zehmetiya zivistanê naqede. Bi hatina biharê re tengahî û astengiyên civakî jî hêdî hêdî ji holê radibin. Bihar, coş û ahenga vejînê ya xweza û mirovan e. Xwezayê, karakterê xwe yê vejînê daye civak û mirovan.”

 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Newroz bi hezaran sal e, hem ji aliyê gelê Kurd ve hem jî aliyê gelên bindest ve wekî sembola berxwedanê tê pîrozkirin. Di serî de gelê Kurd û gelên bindest yên li Rojhilata Navîn, bi hezaran sal e, Newrozê wekî sembola serkeftina berxwedanê pîroz dikin. Em ê jî wek partî, Newroza 21ê Adara 2019an bi wê armancê, bi wê daxwaza berxwedanê û bi dirûşma 'Em ê teqez bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin' pîroz bikin.”

 

Hevserokê KCDê Berdan Ozturk di daxuyaniyê de eşkere kir: “Bloka AKP-MHPê bi polîtîkayên nijadperest û înkarê, şerê heyî kûr dike û li dijî gelê Kurd, hestên nijadperest yên civaka Tirkiyeyê bi kar tîne. AKP-MHP, dixwaze gelan bîne pêşberî hevdu û hebûna xwe li ser vê çerxa nijadperest ava dike. Ev blok hemû çavkaniyên Tirkiyeyê ji bo kûrkirina şer, ji bo domandina înkarê bi kar tîne. Lê pergala faşîzma AKP-MHPê ya şer, pevçûn û talanê êdî nêzikî rojên xwe yên dawî bûye. Loma jî her ku diçe zêdetir êrîş dike, zilm û zora xwe tîne asteke hovane. Em baş dizanin xezeba wan ji tirsa nava wan tê.”

 

Herwiha hat diyarkirin: “Di rêya azadiyê de em bi agirê Newrozê ronî dibin. Azadî bûye nasnameya me û em bi vê hişmendiyê li benda hilbijartina 31ê Adarê ne. Newroza 2019an dê heta 31ê Adarê dê berdewam bike. Em ê mal bi mal, kuçe bi kuçe, tax bi tax, gund bi gund, bajar bi bajar bigerin, bixebitin û xebatên xwe yên hilbijartinê bi ruhê Newrozê bidomînin. Em ê li xwe, li îradeya xwe, li bajarên xwe xwedî derkevin. 21ê Adarê, li dehan bajaran, li sedan navçeyan, û bi hezaran gundan, em ê Newrozê bi hev re pîroz bikin. Em ê Newrozê bikin roja biryardarî, bawerî û dilsoziyê û silavekê bidin biharê.”