Li Çewlikê navên cade û kolanan hatin guhertin


Çewlik (Rûdaw)- Encûmena Şaredariya Çewlikê qebûl nekir ku navên cade û kolanan bên kirin, lê tevî vê yekê nav hatin guhertin.

Endamên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yên encûmena Şaredariya Çewlikê ji bo guhertina navên deverên bajêr pêşniyarqanûnek dabûn encûmenê.

li gor nûçeya DÎHAyê, di civîna taybet bi gotûbêjkirina wê pêşniyarqanûnê de endamên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) pêşniyarqanûn boykot kirin û şaredarê Çewlikê yê ji Partiya Saadetê (SP) Sedat Atalay jî got ku “Êdî yê nû bê hilbijartin wê lê binêre”.

Tevî vê yekê jî, rêxistina BDPê ya Çewlikê li tax û cadeyan navên Beddîuzaman Saîdê Nursî, Şêx Saîd, Seyid Riza bi pankartan daliqandin.

Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Çewlikê Halîs Yurtsever got “Hevalên me yên BDYê pêşniyarqanûn dan, lê mixabin ji aliyê AKP û SPê ve hat redkirin. Lewma bêy em li benda piştî hilbijartinan bin me navên ku me dixwestin li tax û caddeyan bi pankartan daliqand. Gelê me bi vê yekê pir kêfxweş e”.

Navên nû yên tax û caddeyan wiha ne:

-Navê qada birca saet bû Meydana Şêx Saîd

-Navê Taxa Saray bû Şêx Abdullahê Melekan

-Navê Taxa Nû bû Şêx Şerîf

-Navê Taxa Yenîşehîr bû Seyid Riza

-Navê Taxa Yeşîlyurt Cibranli bû Halît Bey

-Navê Caddeya Fevzî bû Mezra Fakî

-Navê Taxa Kaleonu bû Sîmanî

-Navê Taxa Şehît Mustafa Gundogdu bû Zaza Yado

-Navê cadeya Oguzhan bû Şêx Alî Palûyî

-Navê cadeya Genç jî bû Beddîuzaman Saîdê Kurdî