Li Erziromê guran kesek perçe perçe kir
Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Çikilganê yê navçeya Gogsiyê ya Erziromê, kesekî ku dixwest ajelên xwe biçêrîne rastî êrişa guran hat û canê xwe ji dest da.
Li gorî çavkaniyên herêmî yên ji Rûdawê re axivîne, bûyer 4 roj berê qewimî.
Li gorî agahiyan, Murat Aslanê 36 salî dema diçû ajelên xwe biçêrîne 60 metreyî dûrî mala xwe rastî êrişa guran hat.
Li gundekî din ê cîranê gundê Çikilganê, gundiyan cesedê kesekî ku perçe perçe bûbû û piraniya wî ji aliyê guran ve hatibû xwarin dît.
Hat zanîn ku ew cesedê Murat Aslan e û ji aliyê guran ve hatiye perçekirin û miriye.
Gundî ketine pey şopa guran û 8 gur kuştin.