Heysem Berbuharî: Me li Îslahiyê 20 ambûlans ji bo birîndaran re terxan kirine

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Tîma Hawarçûnê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li navçeya Îslahiyê Heysem Berbuharî ragihand, wan weke tîmên hawarçûnê li wê navçeyê 20 ambûlans ji bo xizmetguzariyê ji birîndaran re terxan kirine.

Navçeya Îslahiya ya Dîloka Bakurê Kurdistanê di herdu erdhejên navendên wê Mereş e de ziyaneke  mezin dîtiye.

Tîma hawarçûnê ya Herêma Kurdistanê yek ji tîmên ewil bû ku hawara xwe gihandin mexdûrên erheja li Bakurê Kurdistanê.

Niha Tîma hawarçûnê ya Herêma Kurdistanê li Îslahiya alîkariyan pêşkêş dike.

Rêveberê Navenda Hewarçûna Bilez 122 ya Tîmên Herêma Kurdistanê Heysem Berbuharî ji Îslahiyê bû Rûdawê û got: Em ji destpêkê ve li navçeya Îslahiyê ya Dîlokê`ê dixebitin.”

Heysem Berbuharî diyar kir ku di roja yekemîn de me hejmareke birîndar derman kirine û got: “Hejmara birîndaran her ku diçe zêde dibe. Me weke tîmên hawarçûnê li Islahiyê 20 ambûlans ji bo xizmetguzariyê ji birîndaran re terxan kirine.”

Berbuharî herwiha da zanîn ku xelkê deverê gelek ji bo alîkariyên wan gelek kêfxweş bûne û ew jî amade ne tişta ji wan bê bikin.

Bi gotina Heysem Berbuharî pêdiviya Îslahiyê bi alîkariyeke zêde heye.