Li Hesekê Çemê Xabûrê careke din herikî

Hewlêr (Rûdaw) - Çemê Xabûrê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê piştî çend salan ji hişkesaliyê careke din av têde diherike. Cotkarên herêmê ji wê yekê kêfxweşin û dest bi avdana zeviyên genim kirine.

Li bajarê Hesekê, cotkarê bi navê Ehmed Mihemed ragihand: “Şeş sal e çemên me Ceqceq, Xabûr û Gelî miçiqî bûn, hem Tirkiyê av qutkiribû û hem ji ber hişkesaliyê. Min motorê xwe rakir û dest ji zeviya xwe berda. Ne min tenê, hemû cotkaran zeviyên xwe bicîh hiştin. Ji ber erdhejê Tirkiyê av berda, em bi hêvî ne pişka me ya avê herdem berde.”

Bi gotina cotkarên derdora Çemê Xabûrê li gundewarê Hesekê, di salên borî de ji ber qutkirina avê ji aliyê Tirkiye ve wan tenê ji sedî 5 heta 10ê zeviyên xwe diçandin.

Berpirsekî Rêveberiya Xweser jî dibêje, ji ber erdhejê Tirkiye bendavên xwe vekirine.

Serokê Rêveberiya Avê ya Rêveberiya Xweser li Heseke, Îsa Yûnis got: “Di 2011an de siyaseta Tirkiyê li hember navçeyê tê bikaranîn ji bo sekinandina avê li navçeyê. Bi avakirina bendavên xwe, av li ser tevahiya navçeyê qut kir hem li ser Sûriyê û hem jî li ser bajarê Hesekê. Ji ber wêya bandoreke pir neyênî li naveyê çêbû, di warê çandiniyê û ajeldariyê de, hem jî di warê ava vexwarinê de. Lê piştî erdhejê me dît ku av herikî û derbas bû, bendavên xwe vekirin û av ber bi me ve tê niha. Ew yek dê baş be eger ku civaka navneteweyî zextê bike li ser dewleta Tirkiyê daku her tim ew av berdayî be ji bo jiyana li navçeya me.”

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Çavkaniyên Avê li Hesekê ser bi hikûmeta Sûriyê ve Ebdurezzaq El-Ewwak dibêje, di rojên dawî de asta ava çemên Cezîrê bilind bûye, û niha Çemê Xabûrê 45 metre sêca, Çemê Circib 25 metre sêca, Çemê Zirganê 20 metre sêca, Çemê Ceqceq 6 metre sêca di çirkeyekê de diherikin.