KERKÛK – Bi mûşekan êrişî binkeya serbazî ya K1 kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Binkeya serbazî ya K1 li Kerkûkê ku serbazên Amerîkî tê de ne, rastî êrîşeke bi mûşekan hat.

Heta niha amarek nîne derbarê ziyanên wê êrişa bi mûşekan û peyamnêrê Rûdawê ragihand ku li asmanê Kerkûkê dengê firokeyan tê.

Binkeya serbazî ya K1 êvariya roja 27ê Berfanbara 2019an jî bi mûşekan hatibû armancgirtin û di wê êrişê de belênderekî Amerîkî hatibû kuştin û 4 serbaz jî birîndar bûbû.

Serbazgeha K1 dikeve rojhilatê Kerkûkê û berî bûyerên 16ê Cotmehê, baregaha mîhwera 4 a hêzên Pêşmerge bû û niha jî hêzên polîsê federal, hêzên Amerîkî, dijeterora Iraqê û çekdarên Heşda Şeibî di wê serbazgehê de dimînin.

Piştî êrişa bo ser wê binkeyê, roja 29ê Berfanbara 2019an, Amerîkayê êrişeke asmanî bo ser 5 binkeyên Ketaîbî Hizbullah li Iraq û Sûriyê encam dabûn. 3 ji wan binkeyan li Iraq û 2 jî li Sûriyê bûn.

Herwiha roja 31ê heman mehê jî alîgirên Heşda Şeibî li Bexdayê êrişî birine ser Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê û agir berdan beşek ji balyozxaneyê û herwiha daxwaza girtina balyozxaneyê kirin.

Piştî van bûyeran, roja 3ê Çileya îsal jî, di bombebarana firokeyên bêfirokevan ên Amerîkayê li nêzikî balafirxaneya Bexdayê, Qasim Sulêymanî, Fermandarê Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran ve û Ebû Mehdî Mihendis, Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî û hejmareke serkirde û endamên Supaya Pasdaran û Heşda Şeibî hatin kuştin.

Supaya Pasdaran a Îranê jî bi mebesta tolhildana Qasim Sulêymanî binkeya serbazî ya Eyn Esed li Enbarê ku serbazên Amerîkî tê de bicih bûne, bi mûşekan armanc girtibû.