Hevserokê nû yê MSDyê: Em ji bo guftûgoyên bi Tirkiyeyê re amade ne
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê nû yê Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) ji Rûdawê re ragihand ku Rêveberiya Xweser amade ye bi hemû welatên ku di krîza Sûriyeyê de beşdar in re guftûgoyê bike ku di nav de Tirkiye jî heye.
Hevserokê Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) Mehmûd El-Muslit ku di 21ê Kanûna Pêşîna 2023yan de wek hevserokê nû hatibû hilbijartin, hevpeyvîneke taybet bi Rûdawê re kir ku Sureya Hesariyê pêşkeş kir.
Hevserokê nû yê Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) Mehmûd El-Muslit di hevpeyvînê de behsa nêrîna xwe ya li ser paşeroja Rêveberiya Xweser û aloziya Sûriyeyê kir.
Muslit li ser pêwendiyên Rêveberiya Xweser û Tirkiyeyê ku di çend qonaxên cuda re derbas bûne got:
“Ez vekirî me, ez bi çanda tolhildanê bawer nakim lê bi çanda diyalogê bawer im. Em destê xwe dirêj dikin û hemû aliyan ji bo pêkanîna aştî û îstiqrarê û diyalogê han didin, çi Tirkiye be û çi jî welatên din.”
Muslit diyar kir ku Tirkiyeyê Efrîn û Serê Kaniyê dagir kiriye û got:
“Heta ji destê me were em hewl didin alîkariya xelkê Efrîn û Serê Kaniyê bikin ku vegerin ser axa xwe.”
Efrîn Kanûna Paşîna 2018an û Serê Kaniyê jî Çiriya Pêşîna 2019an ji aliyê Tirkiye û grûpên çekdar ve hat dagirkirin ku berê di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bûn.
Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) Kanûna Pêşîna 2015an hat avakirin û ku tê de 16 partiyên siyasî yên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê yên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û ASûriyeyê cih digirin.
Mehmûd El-Muslit Ereb e û ji bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye û ji eşîra Cibûran e.
Ew welatiyê Amerîkayê ye û berê jî nêzîkî mixalefeta Sûriyeyê bû ku bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re jî hevdîtin kiriye.
Wî ji ber serkeftina Erdogan a di hilbijartinên dawî de wêneyên hevdîtinên xwe yên bi wî re û nameyên pîrozbahiyê belav kirine.
Rûdaw: Vegera we ji bo Sûriyeyê, bi taybetî herêmên Rêveberiya Xweser, di nava hemû aliyên siyasî de cihê matmayînê bû, çi bû sedem ku hûn vegeriyan?
Mehmûd El-Muslit: Destpêkê, ez dixwazim bi rêya vê platforma hêja, bi helkefta sala nû, bilindtirîn pîrozbahî ji Kurdistana Îraqê re, bi gel û serkirdeyên wê re bişînim, hêvî ji Xwedayê Mezin dikim ku gelê Kurdistana Îraqê yê xoşewîst, pêşketin û geşepêdanên bêhtir bibîne.
Derbarê bersiva li ser pirsa te, ti matmahî di mijarê de nîne, lewra ez kesekî Sûriyeyî me û ev welat welatê min e û dîrokeke me ya kûr li vê navçeyê heye.
Bi rastî ez hatim cem kesûkarên xwe, herwiha erkek heye pêwîst dike ez beşek bim ji proseya siyasî û ewlehî û aramiyê li vê derê.
Êdî ti matmahî tê de nîne, ji ber ku ez hatime cem kesûkarên xwe.
Rûdaw: Agahî li ser hewldanên we hebûn ji bo avakirina pêkhateyeke leşkerî li derveyî HSDyê ya bi piştevaniya Amerîkayê, çima ev hêz nehate damezrandin?
Mehmûd El-Muslit: Yekem tişt, ev yekemîn car e ez dibihîsim ku hewldan hene ji bo pêkanîna pêkhateyeke leşkerî. Take pêkhateya leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ye, hemû alî li jêr sîbera van hêzan in. Êdî em naxwazin xwe pirş û belav bikin, ne jî em dixwazin rêyên xwe pişt û belav bikin. Di encamê de, em li nav vê pêkhateyê ne û her em ê li bin sîbera wê bin.
Rûdaw: Dema hûn vegeriyan Sûriyeyê, we Rêveberiya Xweser hilbijart, çima we opozisyon û hikûmet hilnebijart?
Mehmûd El-Muslit: Bi rastî Rêveberiya Xweser û Encûmena Sûriyeya Demokratîk, ji bo paşeroja Sûriyeyê nerîneke ronî û gihiştî hildigirin. Rêveberiya Xweser jî ne pirsa hilbijartinê ye lê belê wê di çarçoveya şoreşê û demê re, destkeftî parastin, wê aştiya civakî parast, kesûkarên me parastin, êdî em nikarin nebin ji bilî beşekî ji vê Rêveberiyê û Encûmena Sûriyeya Demokratîk.
Bi rastî, pirsa hilbijartinê nîne, ji ber ku Rêveberiya Xweser ji me ye û em jê ne. Ew kesûkarên me ne. Ji hesareyeke din nehatine, lewma berdewam ez seyr dibînim ku gelek pirs behsa Rêveberiya Xweser dikin û çima min ew hilbijartiye! Bi berovajî wê jî, min welatê xwe hilbijart, min kesûkarên xwe hilbijartin, min navçeya xwe hilbijart.
Derbarê opozisyonê, karûbarên wê pirş û belav bûn, hizrên wê pirş û belav bûn, êdî nema bi heman rêbaz û hizr ma ku min dixwest ez di paşerojê Sûriyeyê de, beşek jê bim lê dawiyê em bi ser hemûyan de vekirî ne, ji bo tevlî vê bizava hêja bibin.
Rûdaw: Gelo dibe ku Rêveberiya Xweser ji bo Sûriyeya paşerojê çareserî be?
Mehmûd El-Muslit: Rêveberiya Xweser, wekî berî niha min ji te re got, gelek arezû û xwestekên Sûriyeyiyan hildigire. Rêveberiya Xweser, ne rêveberiyeke cudakar e lê belê beşek ji Sûriyeyê ye, baweriya wê bi yekîtiya Sûriyeyê tê, bi xak û gelê wê. Projeya wê bi gelekî ji wan projeyên siyasî yên ku min ew dîtin û min ligel partiyên Sûriyeyê gotûbêj kirin, pêşketîtir e.
Belê dibe ku alternatîvek be, ji Sûriyeya hatî re. Dibe ku berhevkar be ji hemû Sûriyeyiyan re, lewra projeya wê ya niştimanî arezûya Sûriyeyiyan pêk tîne.
Rûdaw: HSDyê ragihandiye ku gelek guhertin dê çêbibin, rola we di wan guhertinan de dê çi be?
Mehmûd El-Muslit: Bi rastî, guhertin pêwîst e, guhertin tiştekî girîng e, bi taybetî di vê qonaxa zehmet de. Em tîmek in, ez nikarim wekî takekes, behsa rola xwe bikim lê em tîmek in kar dikin ji bo vebûna bi ser hemû pêkhateyên Sûriyeyê de, bi ser geşkirin û gihîştina projeya Sûriyeyê, di demekê de ku hevtêgihiştinên navdewletî nînin û girtina asoyan li ber çareseriyên girêdayî Sûriyeyê. Roj li pey rojê, gelek kêşe ji bo Sûriyeyiyan derdikevin. Em kar dikin û bi salan min behsa vê projeyê kiriye, derbarê diyaloga Sûriye–Sûriye, ji ber ku ez diyalogê pêwîstiyeke herî girîng dibînim ku li ber xelkên Sûriyeyê, ji hemû pêkhate, bîr û baweriyan, tiştek şûna wê nagire.
Rûdaw: Tirkiyeyê Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê dagir kiriye, plana MSDyê ji bo van herêman çi ye?
Mehmûd El-Muslit: Em welatekî parçekirî ne. Gelek dagirkerî hene, Tirkiye, Rûsya, Îran û Amerîka. Belê Tirkiyeyê Efrîn û Serê Kaniyê dagir kirine. Heta em bikaribin, em ê bihêlin xelkên Efrîn û Serê Kaniyê vegerin ser axa û warên xwe. Ez kesekî bi tiştên din re vekirî me, baweriya min bi çanda tolhildanê nayê, lê belê baweriya min bi çanda diyalogê heye, êdî em ê destê xwe dirêj bikin û hanê bidin hemû aliyan ji bo diyalogê, eger Tirkiye be, yan dewletên din bin, ji bo bicihkirina aştî û aramiyê û em hêvî dikin hemû alî bizanibin ku li vê derê li navçeya Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê em di biryaran de yeknerîn in ji bo bidawîanîna bi hemû dagirkeriyan li navçeyên xwe.
Rûdaw: Pêwendiyên we bi Tirkiyeyê re baş bûn, niha pêwendiyên we çawa ne?
Mehmûd El-Muslit: Ez kesayetiyeke siyasî me û pêwendiyên min bi gelek dewletan re hene, eger ev pêwendî ligel Tirkiyeyê bin yan ji bilî Tirkiyeyê bin, alîkariyê bi me re bikin ji bo bicihanîna aştî, diyalog û vebûnê bi ser hemû dewletan de, êdî em ê diyalogê aktîv bikin. Min pêwendî bi ti saziyê li Tirkiyeyê yan ji bilî Tirkiyeyê re, nekiriye, ji ber ku me dest bi proseya pêşketinê kiriye.
Rûdaw: Hûn bi serokatiya xwe ya hevbeş a Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) hewl didin ku di navbera MSD û Tirkiyeyê de pêwendî û gotûbêjan pêk bînin?
Mehmûd El-Muslit: Ji bo diyalogê, em dê li hemû deriyan bidin. Baweriya min bi diyalogê tê, baweriya min bi şer û cengan nayê, baweriya min bi çanda tolhildanê nayê. Belê, ez ê bi hemû aliyan re hewl bidim, Tirkiye be yan jî ji bilî Tirkiyeyê be. Vekirina kanalên diyalogê, ji bo aştiyê û vegerandina kesûkarên xwe ji bo Efrîn û Serê Kaniyê.
Rûdaw: Gelo hûn dê hewl bidin gotûbêjên di navbera MSD û Encûmena Niştimanî ya Kurdî Sûriyeyê (ENKS) de vejînin?
Mehmûd El-Muslit: Belê, gelek destpêşxeriyên lihevhatinê hene. Dawiyê, em Sûriyeyî ne û girîngiyeke mezin a berjewendiya gelê me û berjewendiya welatê me heye, êdî em dê kar li ser hemû pêşniyaran bikin, derbarê aştkirinê ligel hemû aliyan û em ji Xwedê hêvî dikin ku hemû bi ser bikevin.
Rûdaw: Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de tekeziyê li ser diyaloga bi Şamê re dike, bi dîtina we dema ku diyalog pêk bê, gavên çareseriyê dê bêne avêtin?
Mehmûd El-Muslit: Diyalog bi xwe derfetek e, ne ku destberdarbûn û tenazul e, ez wiha dibînim. Ev derfet ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê ye. Wekî min berî niha ji got, em daxwazkarên diyalogê û daxwazkarên aştiyê ne ligel Şamê. Şam beşek ji Sûriyeyê û xelkên Sûriyeyê ye lê dîsa jî, yasayên navdewletî hene, pêwîst e li ber çavan bêne girtin. Ji bo diyalogê ligel çi aliyekî yan pêkhateyeke Sûriyeyê be, divê em amade bin.
Rûdaw: Hûn ji malbateke mezinên Eşîra Cibûr in ku ji Yemenê heta bi Îraq, Sûriye û Urdinê belav dibin, gelo eşîra we dê piştgiriya gavên we yên paşerojê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê bike, di demekê de ku Eşîra Cibûr bi ser gelek aliyan de hatiye dabeşkirin?
Mehmûd El-Muslit: Eşîra Cibûr berdewam parêzkara ewlehî û aştiyê bû. Spas ji Xwedê re, gelekî şareza, aqilmend û serkirde li nav Eşîra Cibûr hene, çi li Îraqê yan li Sûriyeyê be ya n li Erebistana Siûdiyê be yan li dewletên din be. Li ser asta eşîrê û li ser asta niştiman jî em aştîxwazin, û ji bo çi gavên erênî yên ji ewlehî û aramiyê û aştiya civakî re alîkar bin, li navxweya Sûriyeyê yan derveyî wê, em ê hevgirtî bin.
Rûdaw: Eşîra Cibûr bi şêxîtiya Malbata El-Mislit, pêwendiyên wê bi Herêma Kurdistanê re, bi taybetî bi malbata Barzanî re çawa ne?
Mehmûd El-Muslit: Yekem, ew pêwendiyeke dîrokî ya mezin e. Herêma Kurdistanê berdewamiya me ye û ew kesûkarên me ne û li cem me hêja ne. Malbata Barzanî jî dîrokeke me ya dirêj ligel heye, ji dema Mela Mistefa Barzanî, dilovaniya Xwedê lê be û Xwedê jê razî be. Îro jî, cenabê Serok Mesûd Barzanî ku em wî wekî birayekî mezin û bavekî û serkirdeyekî ku em şanaziyê pê dikin dibînin, êdî ji vê derê, ji vê platformê, ez silavê jê re dişînim, silava hezkirin û diyalogê di navbera me û Kurdistana Îraqê de dişînim û em hêvî dikin di demeke nêzîk de wî û serkidayetiya wî ya şareza bibînin.