DÎBEYT - Çima xwekuştin li nav koçberên Kurdên Êzidî zêde dibe?
Hewlêr (Rûdaw) – Xwekuştina keç û xortên Kurdên Êzidî di kampan de bûye karesateke nû ji bo xelkê Şingalê.
Li parêzgeha Duhokê di 8 rojên destpêka sala 2021an de, 5 keç û xortên nûgihayî yên Kurdên Êzidî xwe kuştin.
Li gor zanyariyan piraniya wan kesan ciwan in û temenê wan di navbera 15 ta 30 salan de ye.
Rêxistinên civakî xerab bikaranîna torên civakî, xerabiya rewşa aborî û jiyana nav kampan wek ji sedemên xwekuştinê nîşan didin.
Li Kampa Îsya ya Şêxanê Esmahan Xidir di 4ê Çileya 2021an de dawî li jiyana xwe anî bû.
Xwîşka Esmahan Xidir a bi navê Zeytûn Xidir ji Ewropayê bi rêya telefonê ji Rûdawê re got: “Min xwest bi xwîşka xwe re biaxivim lê ji min re gotin xwe kuştiye.”
Cîrana Esmehanê diyar kir ku ti çalakî yan jî tiştek nîne xort û keçên Kurdên Êzidî bi dema xwe derbas bikin, lewma bêhna wan teng dibe û paşê jî dawî li jiyana xwe tînin: “Ji bilî keçikên me kes hene xwe bikujin. Me xanî ne hewş tiştek nîne. Eger derfet heba biçûn beşdarî çalakiyekê biban dê xwe nekuştina.
“Kêmbûna derfetan bû sedema xwekuştinê”
Xidir Xelef, bavê Esmehanê jî dibêje awarebûn û kêmbûna derfeta bûye sedem ku keça wî dawî li jiyana xwe bîne.
Xidir Xelef: “Daxwaza wê ya herî mezin ew bû ku here Ewropayê. Wê dixwest here Ewropayê, birayekê wê daxwaza kiribû, lê nekarî here.”
Cîranek din ê Esmehanê jî bal kişand ser wê yekê li kampa rewşa wan gelek xirab e, ew yek bandorê li ser derûniya keç û xortan dike.
Li Kampa Şarya jî zêdeyî 15 hezar koçber dijîn. Hin malbatan nîvê mala wan di nav çadireke kampê de ye nîvê din li kêlaka kampê ye. Li Kampa Şarya jî di heman roja Esmehanê xwekuştî de keçek bi navê Ehlam a 15 salî dawî li jiyana xwe tîne.
Ehlam xelka komgelgeha Girêzara Şingalê ye û ev 7 sal bûn weke koçber dijiya.
Xêro Xudêda, Bavê Ehlamê jî dibêje wan ti caran dilê keça xwe nedihêlişt û keça wî kesek kêfxweş bû û ew tenê li ba wan bû.
Derbarê xwekuştina keç û xortên Kurdên Êzidî de Wekîlê Mîrê Êzdiyan Cehwer Elîbeg jî got: “Mixabin me gelek ezîzên xwe ji dest dan. Em sarmeya zivistanê û germahiya havînê di nav van çadiran de derbas dikin. Ma çi xweşiya me dê hebe. Mixabin ew Şingala xweş û delal li me kirine jehr. Hinek alî û çekdarên li wê derê bûn sedem ku xelkê Şingalê venegerin bo ser mal û cihên xwe. Em dixwazin Şingal aram bibe û xelk vegerin bo ser millkê xwe.
Rêvebera JCC Duhokê Menal Mihemed jî xwekuştina xort û keçên Êzidî wek bûyerên asayî bi nav dike û dibêje ew nebûye rewşeke diyarde.
Menal Mihemed wiha axivî: “Sedema xwekuştina piranî sedemên civakî ne. Rêveberiya kampê serdana wan malbatên ku zarokên xwekuştinê kir. Ew bûyer hemû ji hev cuda ne û her yekê pirsgirêkek xwe ya cuda hebûye.”
Bi gotina Menal Mihemed ew kesên ku dawî li jiyana xwe anîne ne ew kes in ku ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bûne û her şerê DAIŞê nayê bîra ji beşek ji wan.
“Ev ne pirsgirêkên şexsî ne”
Di derbarê Sedemên ciwanên ku xwe di kampan de dikujin Serokê Civata Şêwirmend a Êzdiyan li Almanyayê Dr. Irfan Ortac jî dibêje, ““gava ciwan ti perspektiveke di jiyanê de û di avakirina jiyana xwe de ti çirayekê nebînin çareseriyê di xwekuştinê de dibînin. Ev ne pirsgirêkên şexsî ne, pirsgirêkên Êzîdiyan yên komelgehî ne.”
Ortac got ku divê Êzidî bi awayekî zûtirîn vegerin ser cih û warên xwe, “ne ku di bin çadiran de jiyana xwe berdewam bikin” û hişyarî da ku medya civakî di warê xwekuştinê de ji wan xortan re dibe wek mînak.
Ortac rexne li rewşa siyasî jî girt ku her hikûmetek meselê davê ser ya din û got, “alîkariya Êzidiyan ne çadir in, ne pariyeke nan e, ne cil in. Alîkariya Êzidiyan ku dikaribin bi rûmet di cih û warê bav û kalên xwe de bijîn.”
Derbarê alikariya Almanyayê ya ji bo Êzidiyan jî Dr. Ortac diyar kir ku di salên pêşî de ew ji alîkariya Almanyayê kêfxweş bûne, lê ji bo alikariya avakirina Şingalê rexne li hikûmeta Almanyayê digire.
Ortac herwiha got jî divê Êzidî hişyar bin û bêcudabûn hemû bi hev re ji bo avakirina cih û warên xwe biryarê bidin û yek deng bin, ji ber ku welatên Ewropayê li muxatabek digerin ku bi wan re rûnin û “Cudabûna Êzidiyan kuştina wan hemûyan e û dê hemû wenda bikin.”
“Bêhêvîbûn dibe sedema xwekuştinê”
Endama Parlamentoya Iraqê ji Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Dr. Xalîde Xelîl Reşo li ser xwekuştina ciwanan di kampan de got gelek sedemên xwekuştinê li kampan hene yek ji wan nexweşên nefsî ne. Herwiha Dr. Xalîde Xelîl diyar kir ku “ew temenê ku tê de ne gelek hesas e, gava ku bêhêvî dibin çareseriyê di xwekuştinê de dibînin.”
Li ser vegera bo Şingalê Dr. Xalîde Xelîl ragihand ku divê planên avedankirina Şingalê hebin ku xelk bikare vegere.
“Çavdêriyeke zêde ji her nîşaneke derûnî hebe”
Ji bo ku meseleyên derûnî yên ciwanan nebin sedemên xwekuştinê Pispora Nexweşiyên Derûnî li Duhokê Dr. Warjîn Yasîn jî got “gelek xewn û hêviyên ciwanan hene ku bêne cîbicîkirin û divê li kampan çavdêriyeke baş ya saxlemiyê hebe bi taybet ji aliyê saxlemiya derûnî ve.”
Ji bo destnîşankirina pirsgirêka derûnî Dr. Warjîn Yasîn diyar kir ku divê li ser wan ciwanan herdem agahî hebe, “çavdêriyeke zêde ji her nîşaneke derûnî hebe û zû pirs lê bê kirin neyêne îhmal kirin û piştevanî lê bê kirin.”