Başûrê Kurdistanê - Bûk û zava yên kurd suwarî hesp û kalisekeyê çûn daweta xwe

Kelar (Rûdaw) - Li bajarê Kelarê bûk û zavayeke kurd daweta xwe bi adetên berê yên kurdewarî kirin û suwarê hesp û kaliskeyê ber bi mala hevbeş û bexteweriyê ve çûn.

 

Bûk û Zava yên kurd di daweta xwe de cilûbergên resen ên kurdewarî li xwe kirin û li şûna otomobîlê, kaliske bi kar anîn.

 

Bi derbasbûna kaliskeya bûk û zava yên kurd dîmenên jiyana berê têkel bi jiyana serdem û nû bû.

 

Xelkê bajarê Kelarê bi dîtina dîmenên wê daweta kurdewarî gelek dilxweş bûn û kêfxweşiya xwe li ser cadeyan bi desthejandinê û tevlibûna dawetê nîşan dan.

 

Birêvebirina dawetê li gorî rê û resm û adetên resen ên kurdewarî, hizra bavê zava bûye.

 

Bavê zava ji Rûdawê re ragihand, ku wî her tim hez ji wê hindê kiriye, ku daweta kurê xwe bi şêweyên berê û li gorî adetên kevnarên kurdewarî saz bike.

 

Jin û keç û zilam û xortên beşdar di dawetê de, bi cilûbergên resen ên kurdî beşdarî di dawetê de kiribûn.

 

Herwiha weke rê û resmên berê yên kurdewarî, çend xort ku cilûbergên kurdî li xwe kiribûn, suwarî hespan bibûn û li tenişt û derdora kaliskeya bûk û zava dihatin û diçûn û cilîd dikirin.

 

Ji aliyekê din ve, keç û jinan di beroşên mezin xwarinên kurdewarî û xwecihî ji mêvanan re amade dikirin û xort û zilaman jî sufreya amadekariya raxistina sufreya mêvandariyê dikirin.

 

35 sal berî niha dîmenên wisa di nav civaka kurdewarî gelek berbilav bûn, lê pêşketina jiyanê û guherîna bilez a civaka kurdî, gelek ji adetên resen ên kurdewarî ji nav jiyana xelkê rakirine.

 

Bajarê Kelarê li devera Germiyanê û ser bi parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê ye.