Jidayikbûna Pêxember li Rojavayê Kurdistanê
Hewlêr (Rûdaw)- Li Rojavayê Kurdistanê, roja cejna jidayikbûna Pêxemberê xwedê bi çend merasîmên olî û civakî tê pîrozkirin.
Kurdên Rojavayê Kurdistanê, di roja jidayikbûnê de, şekir, şîrînî û mêweyan jî li zarokan belav dikin.
Piraniya xelkê, roja jidayikbûnê, xwarinên xwemalî amade dikin û hevsiyên xwe vedixwînin ser van xwarinan.
Berî xwarin bê xwarin, mînakên şeker, savar, xwê li ser sifreyekê tên danîn û mela çîroka jidayikbûna Pêxember li ser wan dixwîne da ku bên pîrozkirin.
Li hinek deveran, derwêş bi erbaneyan û sirûdên olî merasîmên jidayikbûnê li bîr tînin.
Tevî hemû siyasetên bierebkirinê, hin melayên kurd û derwêş çîroka jidayikbûna Pêxember û sirodên olî bi zimanê kurdî dixwînin.