Wezîrê Parastinê yê Almanyayê hat Hewlêrê
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius hat Hewlêrê û civîna wî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dest pê kir.
Boris Pistorius piştî Urdinê derbasî Bexdayê bû û bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Wezîrê Parastinê yê Îraqê Sabît Ebasî re hevdîtin kirin.
Ofîsa Serokwezîriya Îraqê da zanîn ku wan mijarên wekî rûdanên li Sûriyeyê û rewşa Rojhilata Navîn nirxandine.
Di civînan de rola welatên Ewropayê ya ji bo “Dabînkirina aramî û serweriya Sûriyeyê” jî hat gotûbêjkirin.
Boris Pistorius amaje pê kir ku ew dixwazin pêwendiyên Îraq û Almanyayê ne tenê di qada leşkerî de bimînin û berfirehtir bibin.
Hat Hewlêrê
Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius îro hat Hewlêrê û bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.
Divê were gotin ku 500 leşkerên Almanyayê li Îraq û Herêma Kurdistanê ne û Almanya di têkoşîna bi DAIŞê re xwediyê roleke girîng e.
Almanya di mijara reformên Pêşmergeyan û yekkirina hêzên Pêşmergeyan de jî xwedîrol e.
Almanyayê dema şerê DAIŞê li Hewlêrê ji bo Pêşmergeyan nexweşxaneyek ava kir û da ku Pêşmergeyên birîndar werin dermankirin.
Her wiha hinek çekên giran jî dan Pêşmergeyan da ku di şerê DAIŞê de bi kar bînin.
Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius hat Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 12, 2024
#NêçîrvanBarzanî #BorisPistorius pic.twitter.com/Jj2nkKU3gM