Girtiyekî Kurd ê nexweş canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê nexweş ê bi navê Mehmet Guvcîn li Amedê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin canê xwe ji dest da.

Mehmet Guvcîn beriya 7 mehan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû desteserkirin û li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Şirnexê dihat girtin.

Li gorî nûçeya MAyê, Guvcîn 2 meh bûn li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê ya Amedê dihat dermankirin.

Lê girtiyê nexweş Mehmet Guvcîn vê sibê cane xwe ji dest da.

Cenazeyê Guvcîn dê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bê veşartin.