Li Şingalê dewama li hemû saziyan hat ragirtin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a li Şingalê piştî êrişa duh a firokeyên Tirkiyê li ser avahiya encûmena wê rêveberiyê, dewama li hemû sazî û dezgehên hikûmî û sivîl ragirt.

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji Rûdawê re ragihand, "hêzeke asayişê ya bi navê `Asayişa Rêveberiya Xweser a Demokratîk` ku ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)" ve ye, fermanek belav kir ku îro, li nav bajar û derveyî Şingalê ti sazî û dam û dezgehên fermî û sivîl neyên vekirin.

Mehma Xelîl dibêje, diyar dike ku li Şingalê karê hemû sazî û dezgehan rawestiyaye “ji bo ku ti bûyereke nexwestî rû nede.”

Daxwaz ji parêzgarê Neynewa hat kirin

Qeymeqamê Şingalê eşkere jî kir ku wan bi nivîseke fermî daxwaz ji parêzgarê Neynewa kiriye ku di zûtirîn dem de vê pirsgirêkê çareser bike û berpirsyariya selametiya jiyana fermanber û karmendan jî li xwe bigirin.

Li aliyê din di daxuyaniya wê rêveberiyê de amaje bi wê hatiye kirin ku “ji ber bêdengiya Iraqê êriş berdewam dikin” û hatiye gotin,  “Di serî de hikumeta Iraqê bêdengiya hêzên navneteweyî berdewam dike. Rêveberiya Xweser a Şingalê li hemberî bêdengiya hikumeta Iraqê ku rê li ber van êrişan vedike helwesteke cidî ya siyasî girt.”

`Iraq nikare Şingalê biparêze`

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şingalê de hatiye diyarkirin, “Êdî hikumeta Iraqê bi ti awayî nikare Şingalê biparêze û ti serweriya wê jî nemaye.”

Ev yek di demekê de ye ku firokeyên şer ên Tirkiyê duh di demjimêrên êvarî de avahiya Meclîsa Rêveberiya Xweser a Xanesorê li Şingalê bombebaran kiribûn.

Artêşa Tirkiyê bi rêya firokeyên bê pîlot êrîşên li ser Şingalê û derdora wê zêde kirine ku di encam de tevî berpirsên leşkerî ên wê deverê, beşek ji xelkê sivîl jî dibin armanca wan êrîşan û di encam de canê xwe ji dest didin.

Êrişên Tirkiyê zêde bûn

Firokeyên bê pîlot ên Tirkiyê roja 7ê Kanûna 2021ê li bajarokê Xanesorê yê Şingalê otomobîlek kiribûn armanc û di encamê Hevserokê Desteya Rêveber a Şingalê Merwan Bedel Xwêdêda jiyana xwe ji dest dabû.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, ew êrişa Tirkiyê de demekê de bû, amadekarî dihatin kirin îro li `Meclîsa Gel a Xanesorê` merasîmeke bibîranînê bo Merwan Bedel Xwêdêda birêve biçe ku hemû sazî û dezgeh hatibûn vexwendin.

Şingal ji aliyê îdarî ve girêdayî parêzgeha Neynewa ye û li herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye.