VÎDEO – Li Nisêbînê koçkirin zêde dibe

Navenda Nûçeyan – Piştî ku qedexeya derketina derve li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê rabû, bi hezaran welatiyên rastî zererê hatine ji navçeyê koç dikin.

Li navçeya Nisêbînê di heyam meheke de 5 caran qedexeyê derketina derve hat îlankirin. Ji ber şer û pevçûnên di navbera endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) û polîsên Tirkiyeyê de gelek xanî û avahiyên navçeyê wêran bûne.

Qedexeya ku ji roja 6ê Berfanbara îsal ve li taxên Firat, Dîcle, Yenîşehîr û Abdulqadirpaş yên Nisêbîna ser bi Mêrdînî ve  hatibû ragihandin, 9ê Berfanbarê rabibû.

Piştî rakirina qedexeya hatûçûnê hat dîtin xanî û avahiyên welatiyên ji ber gule û teqemeniyan rastî zererek mezin hatine û gelek qul li avahiya vebûne.

Ji ber şer û pevçûnên di navbera endamên YDG-Hê û polîsên Tirkiyeyê de aboriya gelek esnaf û welatiya têk çûne û ji ber vê yekê bi hezaran welatiyan di navbera van 3 rojên dawiyê de ji navçeyê koçkirin.