150 malbatên Îraqî ji Kampa Holê hatin vegerandin

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îraqê çend malbatên din ên Îraqî yên endamên DAIŞê ji Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê vegerandin.

150 malbatên Îraqî yên endamên DAIŞê ku 700 ji kesî pêk tên, bi parastineke ewlehiyê ya tund ji Kampa Holê hatin derxistin.

Ew malbat dê li Kampa Cedayê ya li parêzgeha Mûsilê bi cih bibin.

Vegerandina penaberên Îraqî ji Kampa Holê di çarçoveya koordînasyona navbera Rêveberiya Xweser, Komîteya Koçber û Penaberan a Meclisa Nûneran a Îraqê de pêk tê.

Berî du mehan 174 malbatên din ên Îraqî ji Kampa Holê hatibûn vegerandin.

Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê, Qasim Erecî berî niha gotibû derdora 25 hezar welatiyên Îraqî, li Kampa Holê hene.

Li Kampa Holê malbat û kesûkarên çekdarên DAIŞî dijîn.

Kampa Holê dikeve başûrê bajarokê Holê yê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê.

Ew kamp di bin desthilata Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye.