Karkerekî Amedî li Duhokê ji qata heftan ket û jiyana xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyekî Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê di bûyereke kar de li bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên Rûdawê, navê wî kesî Suleyman Aslan û xelkê Amedê ye û temenê wî 37 sal e.

Silêman Aslan di projeyeke nîştecihbûnê li gundê Fransî li navenda bajarê Duhokê mijûlî kar bûye û îro ji qata heftem a bînayekê ketiye xwarê û canê xwe ji dest daye.

Serpireştê projeya gundê Fransî li Duhokê, Dilovan Gîzî ji Rûdawê re ragihand, ew karker di dema kar de ji xwe çûye û ji bilindahiyê ketiye xwarê, hevalekî wî jî bi navê Yilmaz Aslan ku ew jî xelkê Amedê ye, xwestiye alîkariya wî bike û ji qata duyem xwe avêtiye xwarê, lê ew jî birîndar bûye.

Dilovan Gîzî herwiha dibêje, wan perjîn ji bînayê re daniye, lê belê wisa xuya ye ku tam ji hişê xwe çûbe û kembera ewlehiyê jî bikar neaniye.

Derbarê rênimayiyên karkirinê de jî, Gîzî dibêje, her karkerek ku li cem wan kar bike, girêbest bi wan re tê kirin û divê di dema karkirinê de li cihên bilind, kembera ewlehiyê bikar bînin, lê belê wisa xuya ye ku wî kesî kember bikar neaniye.