Nûjenkirina perestgeha Lalişê dest pê kiriye

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Giştî yê Karbûbarên Kurdên Êzdî yê li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê Xeyrî Bozanî ragihand ku nûjenkirina perestgeha Lalişê dest pê kiriye.

 

Xeyrî Bozanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Nûjenkirina perestgeha Lalişê dest pê kiriye, lê belê hêj pêngavên nûjenkirinê di qonaxa destpêkê de ne.”

 

Bozanî diyar kir ku di qubeyên perestgehê de destkarî nayê kirin, xebat tenê li cihên ku pêwîstiya wan bi nûjenkirinê heye tê meşandin.

 

Rêveberê Giştî yê Karbûbarên Kurdên Êzdî Xeyrî Bozanî herwiha eşkere kir: “Xelkê wê deverê li ser xerciyên xwe dest bi nûjenkirinê kirine û zêdetirî mehekê dem divê.”

 

Perestgeha Lalişê li seranserê cîhanê mezintirîn perestgeha Kurdên Êzdî ye û li bakurê navçeya Şêxan di navbera sê çiyayan de ye.