SILÊMANÎ/HELEBCE – Mamosta careke din daketin kolanan

Silêmanî (Rûdaw) – Bi tevî ku Rêveberiya Perwerdeya Silêmaniyê daxwaz kiribû roja Şemiyê, wate îro deriyên dibistanên li Silêmaniyê vebin, mamostayên Silêmanî, Helebce, herêmên Germiyan û Raperînê dest bi xwepêşandanan kirin.

 

Li Silêmaniyê mezintirîn xwepêşandana mamostayan birêve diçe. Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku xwepêşander çûne ber deriyê Nivîsîngeha Parlamentoya Kurdistanê.

 



Li parêzgeha Helebceyê jî mamostayan dest bi xwepêşandaneke berfireh kirine. Mamostayên Helebceyê dibêjin, heta hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaziyên wan cîbicî bike, ew dê boykota neçûna dibistanan berdewam bikin.

 

 



Li navçeya Ranyayê jî mamostayên herêma Raperînê dest bi xwepêşandanê kirin û heta ber avahiya Rêveberiya Parwerdehiya Raperînê meşiyan.

 

Mamostayên Raperînê jî diyar dikin ku dê xwepêşandan û boykota wan berdewam be.