Kurdên êzîdî: Îro cejna me ye

12-11-2015
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Şingal Şerê Şingalê
A+ A-

Zaxo (Rûdaw)- Kurdên êzîdî di kampên li Zaxo de bi destpêkirina operasyona girtina Şingalê dilxweş in û dibêjin ku îro cejna wan e.

Derbarê wê operasyonê kurdên êzîdî yên nava kampan dibêjin: “Ev salek e ku em koçber bûne û zarok jinên me ji aliyê DAIŞê ve hatine girtin, lewma em dixwazin hem ew rizgar bibin, hem jî bajarê me bê rizgarkirin.”

Koçberekî din dilxweş e bi destpêkirina şerê Şingalê û dibêje: “Îro cejn e bo xelkê Şingalê. Em spasiya Xwedê û Pêşmerge û Serok dikin.”

Operasyona kontrolkirina Şingalê îro danê sibê bi beşdariya 20 hezar Pêşmerge dest pê kir. Li gorî fermandeyên Pêşmerge, Hêzên Pêşmerge pêşde diçin. Heta niha çend gund û deverên girîng ketine destê Pêşmerge.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst