DÎLOK - Kesekî 4 zarok û hevjîna xwe kuştin û dawî li jiyana xwe anî
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê bavekî 4 zarok û hevjîna xwe kuştin û dawî li jiyana xwe anî.
Li navçeya navendî ya Mezmaxorê ya parêzgeha Dîlokê kesekî bi navê Ahmet Demîr ji ber sedemeke ku heta niha nayê zanîn bi çekê 3 keç, kurek û hevjîna xwe kuştin û bi heman çekê gule berda xwe.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Her 6 kesan li cihê bûyerê can daye.
Hat diyarkirin ku pirsgirêkên derûnî yên Ahmet Demîr hebûne.
🔴 DÎLOK - Malbateke 6 kesî ji nav çû
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 12, 2024
Bavekî bi çekê 3 keç, kurek û hevjîna xwe kuştin û bi heman çekê gule berda serê xwe pic.twitter.com/5gBoWjXR4U