Çend koçber li kampên Herêma Kurdistanê mane?
Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê diyar kir ku 21 hezar koçber li kampên Herêma Kurdistanê mane.
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Ebas li ser rewş û hejmara penaberên li Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re axivî.
Elî Ebas diyar kir ku pêvajoya vegerandina penaberan a ber bi herêm û malên wan berdewam dike.
Li gorî gotina Elî Ebas heta niha 21 hezar koçberên Îraqî li kampên Herêma Kurdistanê mane.
Elî Ebas eşkere kir ku 18 hezar malbat li kampên Dihokê û 3 hezar malbat jî li kampên Hewlêrê ne.
Li parêzgeha Silêmaniyê kampên penaberan nemane.
Li Hewlêr û Dihokê 22 kampên penaberan mane.
18 kamp li Dihokê ne û 4 kamp jî li Hewlêrê ne.
Li gorî zanyariyên Wezareta Koç û Koçberan 406 penaber ji Kampa Dîbegeyê derketine û çûne Nînowayê.
Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê tekez kir ku ew koçber bi alîkariya Herêma Kurdistanê vegeriyan ser erd û malên xwe.