18 hezar û 875 koçber ji Libnanê çûne Rojavayê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Vegera xelkê ya ji Libnanê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve berdewam dike.

Li gorî zanyariyên Maseya Krîzê ya Rêveberiya Xweser heta niha 18 hezar û 875 koçber ji Libnanê vegeriyane Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî maseyê hejmara kesên ji Libnanê vegeriyane 6 hezar û 705 mêr, 5 hezar û 935 jin, 6 hezar û 158 zarok, 58 Libnanî û 19 cenaze ne.

Li gorî zanyariyan kesên ji Libnanê vedigerin an di malên xwe de yan jî li gel xizmên xwe bi cih dibin.

Her wiha kesên mal û xizmên wan li herêmê tune bin jî Rêveberiya Xweser ji wan re navendan dabîn dike.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Libnanê û Komeleya Çanda Civakî ya Newrozê vegera xelkê organîze dikin.

2 hezar û 96 kes ji Libnanê çûne Şêx Meqsûdê

Li aliyê din, heta niha zêdetirî 2 hezar kesî ji ber şerê li Libnanê çûne taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê yên Helebê.

Maseya Krîzê ya Taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê jî diyar kir ku 2 hezar û 96 kes ji Libnanê gihîştine her du taxên Kurdan.

Li gorî zanyariyên maseyê piraniya kesên gihîştine welatiyên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne.

Şerê Îsraîl û Hemasê derbasî Libnanê bûye.

Ji 20ê Îlonê ve Îsraîl bi tundî Beyrûta paytexta Libnanê bombebaran dike.

Li gorî zanyariyan heta niha milyonek û 400 hezar Libnanî ji ber êrişên Îsraîlê koçber bûne.

Her wiha bi hezaran Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê û xelkê Sûriyeyê jî vegeriyane.