Aynur Doganê klîpeke nû belav kir: Çêker Rûdaw e
Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda navdar a ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê Aynur Dogan klîpa xwe ya bi navê “Bîranîn” belav kir.
Hunermenda navdar Aynur Dogan ku bi deng û şêweya xwe ya taybet, ne tenê di nav Kurdan de her wiha li cîhanê jî deng vedaye, klîpa xwe ya nû li ser hesabê xwe yê Youtubeyê belav kir.
Aynur Doganê belavkirina klîpa xwe ya bi navê “Bîranîn” bi nivîsekê ragihand:
“Were deste min bigire, min rake ji wê xewê.
Di jiyana me ya rojane de, her çend zehmet e ku meriv gelek kêliyan bi bîr bîne lê hin şopên ku nayên rakirin di bîranînên me de dihêlin.”
Klîpa "Bîranîn"ê cara ewil li ser ekranên Rûdawê hat weşandin.
Tîmeke mezin a Rûdawê bi Aynur Doganê re berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ew wekî ku fîlmeke sînemayê amade bikin klîpek çêkir.
Derhênerê Rûdawê Ednan Saman, monîtorê xwedî ezmûneke dûr û dirêj Şikar Kemal, endazyarê ronahiyê Ebdilqadir Nacî, Birwa Omer, wênegir Bilind Tahir Abdullah, berpirsê productionê Rêbaz Elî û bi dehan kesên din bi hev re klîpa “Bîranîn”ê amade kir.
Aynur Dogan kî ye?
Hunermenda Kurd, Aynur Dogan sala 1975an li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Sala 1992yan diçe Stenbolê û li wê derê muzîkê bi awayekî akademîk dixwîne.
Her wiha sala 2002yan albuma xwe ya yekem a bi navê “Seyir” belav dike.
Ew herî zêde bi strana "Keça Kurdan" tê naskirin.
Aynur Doganê albuma "Keça Kurdan" sala 2004an belav kir û piştre jî albumên "Bahar", "Miraz" û "Nûpel" belav kirin.
Hunermend Aynur Dogan, sala 2010ê jî albuma "Rewend" û sala 2013an jî albuma "Hevra" ku ji aliyê Sony Musicê ve hatin berhemanîn, belav kirin.
Wê sala 2016an "Hawniyaz", sala 2020ê "Hedûr" û herî dawî jî albuma "Rabe" belav kirin.