Wezareta Berevaniya Tirkiyê kuştina leşkerekî xwe ragihand

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, leşkerekî wan li devera operasyona Pençe Kilîd, di encama teqemeniyeke ku ji aliyê PKKê ve hatiye çandin, hatiye kuştin.

Li gor daxuyaniya ku Îro 12ê Cotmeha 2022ê ji aliyê Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ve hatiye belav kirin, leşkerekî wan ê bi nave Îbrahîm Han  li devera operasyona Pençe Kilîd, pê li teqemeniyeke ku ji aliyê gerilayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve hatiye raçandin, kiriye û di encam de bi giranî birîndar bûye.

Wezareta navborî ragihandiye ku piştî bûyerê  leşkerê wan bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin, lê tevî hewildanan li nexweşxaneyê miriye.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de bi hinceta gerîlayên PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilîl kir û operasyon heta niha berdewam e.