Beşek ji cotkarên Rojavayê Kurdistanê zeviyên beyar dihêlin

Qamişlo (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê, berê dema ku payîz dihat, car caran baranê lê dikir, lê niha hîn zevî ziwa û hişk in. Tevî ku niha dema çandiniya genim û ceh e, lê hîn beşekî zêde ji cotkaran zeviyên xew neçandine.

Erdê li Amûdê û Qamişlo, ti carî bi vî şêweyî ziwa  nebûye.Cotkar Ibrahîm Fermez î 68 salî dibêje, ew dê îsal zeviya xwe bi nîvî bide, yanî ew dê şirîkekî ji xwe re bibîne, zevî ji wî û çandinî û guhdan ji şerîkî wî, ew dê bi şirîktî bide ji bo ku tiştekî zerer neke.

Ibrahîm Fermez diyar kir ku ev 3 sal in ji zeviya xwe ya 150 donim berhemên guncav hilneaniye, dibêje eger rewş salê wiha bimîne ew zeviyê xwe naçîne.

 Cotkar Ibrahîm Fermez got: “Her 15 telîsên xwe ez didim bi nêvî, ez nikarim tov bavêjim erd, tiştek jêhat nehat îca ew tiştekî din e, diyare dê cotkar dev ji çandiniyê berdin eger rewşa wiha bimîne. Ne cotkarekî mezin be kes nikare vî karî bike.”

 Li Rojavayê Kurdistanê guhertina keşûhewayê û ziwabûnê dilgiranî li cem cotkaran çêkiriye. Bi sedema nebûna genim ji bo pêdiviya  deverê, Rêveberiya Xweser biryar daye ku berhemên îsal ê genimê xwecihî dernekeve derveyî herêmên Rojavayê Kurdistanê.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê yê rêveberiya Xweser jî dibêje, hişkesaliyê bandoreke gelek xirab li wan kiriye û tiştê ji wan bê ew dê alîkariya cotkaran bikin.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê li Rêveberiya Xweser Selman Barûdo jî got: “Tev dizanin ku çandiniya li bakur û rojhilatê Sûriyê, li ser baranê ye. Erd piranî bejî ne, nehatina baranê bandoreke xerab li ser aboriya me kir,di vê rewşa dijwar û zehmet ku em têre derbas dibin, em dê têkiliyê bi rêxistinên navdewletî û her wiha karînên xwe ji bo cotkaran terxan bikin da ku kêmanî rû nede.”

Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê rûbera erdên çandî bi genim û ceh gihiştiye 800,000 hezar hektarî. Sala 2021 ji ber nebûna baranê  berheva xwecihî  ji genim, tenê 180,000 ton bû, di demekê de, ku salane ji bo dabînkirina tov û nan, pêdiviya deverê bi 600,000 tonê heye, lewma Rêveberiya Xweser plan dike genim hawirde bike, lê ev plan heta niha cîbicî nebûye.