Li Başûrê Kurdistanê merasîmên roja Aşûre

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarên Hewlêr, Silêmaniye, Kerkûk û Xaneqînê rêwresmên bîranîna Roja Aşûre tên sazkirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ev roj weke bêhnvedana fermî ragihandiye.

 

Silêmanî; kurdên feylî beşdar dibin

 

Li bajarê Silêmaniyê bi beşdarbûna kurdên feylî û koçberên ereb ên şîe, rêwresma Aşûre tê sazkirin. Di rêwresmê de sirûdên ayînî tên xwendin û xwarina Aşûre li xelkê tê belavkirin.

 

Peyamnêra Rûdawê Şadiye Resûl ragihand, rêwresma li Silêmaniyê li Cadeya Saholeke birêve diçe.

 

Peyamnêra me ragihand ku salên berî piranî kesên ji Îranê dihatin beşdar dibûn lê îsal piranî kurdên feylî û ereb bi cilên reş, beşdarê rêwresman dibin.

 



Kerkûk; hemû pêkhate di rêwresman de ne

 

Li bajarê Kerkûkê jî rêwresmên Aşûre tên sazkirin û hemû pêkhateyên vî bajarîe beşdar dibin. Biryare rêwresmên li Kerkûkê li çend cihên cuda bên lidarxistin û heta êvarî berdewam bikin.

 

Peyamnêrê Rûdawê Herdî Mihemed ragihand, “Rêwresmên li Kerkûkê demjimêr 8.00ê, li Huseyniye ya Xezelî destpê kirin. Kurd, ereb û tirkmenên şîe beşdarê rêwresmê dibin. Netewe û baweriyên din jî weke rêzgirtin beşdar dibin.  

 

Xaneqîn kurdên şîe pêşengiyê dikin

 

Kurdên şîe yên bajarê Xaneqînê jî îro ji bo rêwresmên Aşûre li kolanan in.

 

Peyamnêrê Rûdawê Helo Mihemed ragihand, xelkên ku beşdarê rêwrasman dibin, cilên reş liber kirine û bi gotina sirûdên ayînî dimeşin.

 

Peyamnêrê me ragihand ku kurdên şîe pêşengiya rêwresman dikin.

 

Yekemîn rêwresma Aşûre li Hewlêrê

 

Şîeyên ku li Hewlêrê rûdidin, ereb, tirkmen, kurdên feylî û şebek roja 9ê Cotmehê li Rêveberiya Hec û Ûmre ya Herêma Kurdistanê yekemîn rêwresma Aşûre sazkiribûn.  

 

Di merasîma îro de jî şîe di saeta kuştina Îmam Husên de li sing, ser û pişta xwe didin.

 

 Wateya Aşûre

 

Roja 10ê Mûharema 61ê sala Hicrî (Sala 680ê Mîladî) roja kuştina  neviyê Pêxemberê Îslamê û kurê Îmam Elî, Îmam Husên û 72 hevalên wî ye ku li Kerbelayê ji aliyê artêşa Yêzîd ve hatine kuştin.

 

Şîe vê rojê weke şîn bi bîr tînin. Îmam Husên di 11 saliya îmamtiya xwe de dema ji Hîcazê hatiye Iraqê, li Kerbelayê hatiye qetilkirin. Qetilkirina Îmam Husên û malbata wî bandorekî hetahetayî bicîh hiştiye.

 

Bi vê bûyerê xelîfetiya Îslamê ji Ehlil Beyt wate ji malbata Pêxemberê Îslamê ketiye destê mîratiya Emeviyan.