PJAK: Gerîlayan 26 pasdarên Îranê kuştin

Navenda Nûçeyan - Fermandariya Biryargeha Navendî ya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyeke niviskî ragihand, ku wan ji bo tolhildana 12 gerîlayên xwe li hin herêmên Rojhilatê Kurdistanê li dijî hêzên Îranê êriş pêk anîne.

 

Baskê leşker ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (YRK) di daxuyaniyekê de got, ku di encama wan êrişên gerîlayan de, 26 pasdar û sîxûrên rejîma Îranê hatine kuştin.

 

Fermandariya YRKê da xuyakirin, ku gerîlayên wan li herêma Rebetê ya bajarê Serdeşt a girêdayî parêzgeha Ormiyê, li dijî qereqoleka hêzên Îranê çalakiyek pêk anîne û di encama wê çalakiyê de 9 pasdarên Îranê hatin kuştin, 6 jî bi giranî birîndar bûne.

 

Herwiha YRKê destnîşan kir, gerîlayên wan li navçeya Candaranî ya bajarê Serdeştê çalakiyeke cuda lidar xistin û di wê çalakiyê de jî 2 pasdarên Îranê hatine kuştin.

 

Fermandariyê herwiha diyar kir, ku di 10ê Cotmehê de jî li dijî qereqola Gulçîderî ya li navçeya Merîwan a girêdayî parêzgeha Sineyê, çalakî hatiye lidarxistin û di encama wê çalakiyê de jî 15 pasdarên Îranê hatine kuştin û gelek pasdar jî birîndar bûne.

 

Fermandariya YRKê tekez kir, ku wan ev çalakî weke tolhildana kuştina 12 gerîlayên xwe ji aliyê hêzên Îranê ve pêk aniye, ku di 4ê Cotmehê de li bajarê Selas û Bawecanî yê girêdayî parêzgeha Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê hatin kuştin.