Sîstema perwerdeya Rojava hat rexnekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rexnegirtin li sîstema xwendinê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê berdewam e.

Rêveberiya Xweser li Kantonên Rojavayê Kurdistanê ku niha desthilatê Rojavayê Kurdistanê ye, ji ber mifretdata ji bo perwerdeyê amade kirî ji ramanên neteweyî, dîrok û wêja kurdî dûr e  û bi zimanek berevajo hatiye amadekirin rastî rexneyên pisporan tê.

Ji bilî rexneyên siyasî ku dibêjin, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) nêrînên Rêberê PKKê Ocalan tevlî mifredata perwedeyê kiriye, pisporên perwerdeyê dibêjin ku ew program ne li gorî xwendekaran e û herwiha mamoste jî bi awayekî baş nehatine hazirkirin.

Çalakvan Şiyar Îsa derbarê mifredata perwerdeya Rojavayê Kurdistanê de ji Rûdawê re diyar kir, pirtûkên perwerdeyê yên Rojavayê Kurdistanê ji dîroke dûr e, hizbitî di naveroka perwerdeyê de heye.

Pispor dibêjin heya mamoste bixwe bi temamî ferî wan dersan bibin pêwistiya wan bi nêzîkê salekê heye.

Mamosteyê dibistana seretayî Fiwaz Osê jî derbarê vê yekê de wiha got: “Di nava nakokiyên siyasî yên aliyên cuda de, bi tenê zarok û xwendina wan dibe qurbanî. Gelek halet hebûn ku malbat zarokên xwe durî xwendinê kirin.