Li Meletiyê qeza: Miriyek û gelek birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê otomobîl û servîsa karkeran li hev qelibîn, kesek mir û 14 kes jî birîndar bûn.

Servîsa karkeran a ku Cumalî Ekîcî diajot û otomobîla ku V.E.K. diajot li ser rêya Turgut Ozal Bulvariyê ya Meletiyê li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê polîs, tîmên tenduristiyê û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Şofêrê servîsa karkeran Cumalî Ekîciyê ku birînda bû li cihê bûyerê mir.

Her wiha şofêrê otomobîlê V.E.K. û 13 kesên di servîsa karkeran de birîndar bûn.

Timên tenduristiyê birîndar bi ambûlansan birin nexweşxaneyê.