Êdî xaniyên beton tên lêkirin: 'Dê jîngeha herêma me têk biçe'

Şemzînan (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê û bi taybetî jî li navçeya Şemzînanê ku bi dar û ber û çem û cobarên xwe cihekî taybet e, mîmariya berê ya avakirina xaniyên gundan hêdî hêdî tê guhertin.

Berê li piraniya gundan xaniyên ku ji kelûpelên xwezayî yên wekî kerpîç û keviran dihatin lêkirin, niha xaniyên beton cihê wan digirin.

Êdî gund jî bûne wekî bajaran û her der bûye çîmento û beton ku li gel keşûhewayê jî naguncin û jingehê jî têk didin.

Li gundên Gelêşim û Gareyê dîmênên biharî û bedew tên dîtin ku herêm li sêgoşeya Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ye.

Li herêma Zerzayê ya Şemzînanê salên dawî ji ber zêdebûna hejmara xaniyên beton û çîmento metirsî li ser jîngeh û bedewiya herêmê heye.

Abdulwahît hostayekî xaniyan e, wî di dema xwe de xanî bi ber û axê lêdikirin lê ew bixwe niha di xaniyekî beton de dijî.

Bi nêrîna wî beton dê bibe sedema têkçûna bedewiya heremê.

“Xaniyên berê baştir bûn”

Hostayê xaniyan Abdulwahît Sonmez behsa lêkirina xaniyan kir û wiha got:

“Karê berê zehmettir bû. Ber (kevir) pêwîst bûn. Hemû berek jî nedibû, berên di nav rûbaran de nedibûn.

Heger ber baş nebin xanî diherifin lê xaniyên wê demê ji yên niha xweşiktir bûn.

Hewaya wan xweştir bû. Xaniyên niha tenê zererê didin, kes xêrê ji wan nabîne.”

Herêma Zerzayê bi dar û jîngeha xwe bi av û kaniyên xwe û bi çiyayên xwe bi navûdeng e.

Bi taybetî serê biharê wekî çiyayên Alpê yên Swîsreyî dixemile.

Kazim jî hostayekî xaniyan e, niha xaniyên beton lêdike û dibêje:

“ Xwezî me tenê xaniyên ber û qedîm ava bikira.”

Li gorî gotina hosta Kazim Akbaş xaniyên berê erzantir in û ji bo tenduristiyê baştir in.

Kazim Akbaş da zanîn ku xaniyên nû hem giran in hem jî ji bo tenduristiyê xirab in.

“Gundiyên herêmê jî dilgiran in”

Xelkê gundên herêmê jî ji zêdebûna hejmara xaniyên beton dilgiran e.

Li gorî gotina wan xwezaya gund têk diçe û ew bîra rojên berê dikin ku xaniyên wan ax û ber bûn û jîngeha wan parastî bû.

Hecî Hesen Atîla şêniyê gundê Gareyê ye.

Hecî Hesen Atîla xweziya xwe bi demên berê tîne û wiha diaxive:

“Berê xaniyên ber gelekî baştir bûn, zivistanê germ û havînê hênik bûn.
Şert guherîn û êdî her kes xaniyên beton lêdike û fêdeya xaniyên beton nîne, tenê zerera wan heye.”

Serwer Gare jî şêniyê Gareyê ye, li gorî gotina Serwer civaka berê guheriye û civakeke nû ava bûye. Civaka nû jî li gorî teknolojiyê hareket dike.

Navçeya Şemzînanê bi giştî yek ji navçeyên xwedî dar û ber û xwezayeke dewlemend e û hewl tê dayîn geştyarî li navçeyê were zêdekirin.