Sal û nîvek di ser erdhejê re derbas bû: Hilweşandina avahiyan hîn bi dawî nebûye!

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Îslahiyeyê ya parêzgeha Dîlokê heta niha jî hilweşandina avahiyên ku ji ber erdhejê zerer dîtine bi dawî nebûye.

Li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê tevî ku di ser erdhejên 6ê Sibata 2023yan re zêdetirî sal û nîvekê derbas bûye jî heta niha hilweşandina avahiyên zererdîtî berdewam e.

Di ser erdhejên 6ê Sibata 2023yan ên Mereşa Bakurê Kurdistanê re zêdetirî sal û nîvekê derbas bû.

Li navçeya Îslahiyeyê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê îro li taxa Pinarbaşiyê avahiyeke 6 qatî hat hilweşandin.

Tîman piştî hilweşandinê kavilên avahiyê veguhastin derveyî bajêr.

Li 8 bajarên Bakurê Kurdistanê û 3 bajarên Tirkiyeyê heta niha bi sedan avahiyên ku zerer dîtine nehatine hilweşandin.