Hirçê ku di nav têlan de asê mabû hat rizgarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çelê ya Colemêrgê hirçê ku di nav têlan de asê mabû ji aliyê tîmên Birêvebiriya Parastina Xweza û Parkên Neteweyî yê Şaxa Colemêrgê ve hat rizgarkirin.

Li gundê Tiyarê yê navçeya Çelê hirçek di nav têlan de asê ma.

Li ser agahdarkirina gundiyan tîmên Birêvebiriya Parastina Xweza û Parkên Neteweyî çûn cihê bûyerê.

Bi alîkariya veterîner hirç bi derziyê hat bêhişkirin û ew ji nav têlan hat derxistin.

Piştî ku hirç hat rizgarkirin tîman hirç berda nav xwezayê.