Nêçîrvan Barzanî: Axa me nabe çavkaniya metirsiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî got, “Herêma Kurdistanê ti carî nabe çavkaniya metirsiya li ser Îran û welatên cîran.”

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan doh çûbû Bexdaya paytexta Îraqê û bi Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiyabû.

Mesûd Pizîşkiyan vê sibehê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Pizîşkiyan destpêkê li Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî û Kabîneyê re civiya.

Serokkomarê Îranê paşê bi Serok Mesûd Barzanî re jî civînek kir.

Serokkomarê Îranê piştî temasên li Hewlêrê derbasî Silêmaniyê bû û ji aliyê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ve hat pêşwazîkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Pizîşkiyan daxuyaniyeke nivîskî da.

Serokatiyê diyar kir ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên û Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî beşdarî civînê bûne.

Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ya ji bo vê serdanê nîşan da û diyar kir ku ev serdan wekî peyameke bihêz a dostaniya her du welatan e.

“Gelê Kurdistanê her tim rêz û hurmetê lê digire”

Barzanî xwesteke Herêma Kurdistanê ya ji bipêşxistina pêwendiyan û berfirehkirina hevkariyên her du aliyan anî zimên û bal kişand ser wê yekê ku “Gelê Kurdistanê her tim rêz û hurmetê li piştevanî û hevkariyên Îranê yên di rojên dijwar de digire.”

Li hêla din, Pizîşkiyan jî kêfxweşiya xwe ya ji ber vê ziyaretê anî zimên û diyar kir ku Îran girîngiyê bi pêwendiyên xwe yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re dide.

Serokkomarê Îranê her wiha amaje pê kir ku Îran dixwaze di hemû waran da pêwendiyên xwe yên li gel wan baştir bike û pirsgirêk û astengiyên li ber pêwendiyan ji holê rake.

Her du aliyan pesnê “pêwendiya dostane û kevnar a Îran û Herêma Kurdistanê” da û behsa berfirehkirina derfetan hat kirin.

“Herêma Kurdistanê ti carî nabe çavkaniya metirsiyê”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, “Herêma Kurdistanê ti carî nabe çavkaniya metirsiyê li ser Îran û welatên cîran.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi peymanên ewlehiyê yên Îran û Îraqê jî da û zelal kir ku Herêma Kurdistanê pêbendî van peymanan e.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan piştî vê civînê bi nûnerên dîn û neteweyên cuda re civiyan.

Di vê civînê de jî behsa pirrengî û dewlemendiya çandî, neteweyî û dînî ya li Herêma Kurdistanê hat kirin.