Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê li Hewlêrê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg gihişte Hewlêrê.

Tê pêşbînîkirin ku Alexander Schallenberg bi rayêdarên Herêma Kurdistanê re bicive.

Wezîrê Karê Derve yê Awisturyayê (Nemsa) Alexander Schallenberg bi serdaneke fermî hat Herêma Kurdistanê.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û hinek berpirsên din ên hikûmetê, Alexander Schallenberg pêşwazî kir.

Biryar e sibe dest bi civînên xwe yên fermî yên bi rayêdarên Herêma Kurdistanê re bike.

Tê gotin Alexander Schallenberg dê bi Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re hevdîtinan bike.

Dê di van hevdîtinan de mijara vekirina Konsulxaneya Giştî ya Nemsayê li Herêma Kurdistanê û pêşvebirina pêwendiyên navbera Nemsa û Herêma Kurdistanê bên gotûbêjkirin. 

Di hevdîtinên bi Wezîrê Wezîrê Karên Derve yê Awistiryayê de, pêwendiyên Hewlêr û Viyenayê, rewşa Îraqê û mijarên herêmî dê bên gotûbêjkirin.

Schallenberg îro li Bexdayê bi Wezîrê karên Derve yê Îraqê Fuad Husên re civiya û di çarçoveya serdana xwe ya fermî de hat Hewlêrê.

Schallenberg berî ku were Hewlêrê vekirina balyozxaneya welatê xwe li ya li Bexdayê ragihandibû.