Li Dîlokê termê zarokekî nû ji dayîk bûye hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mezmaxor ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê termê pitikekê li ber zibildanekê hat dîtin.

Li Taxa Kale kesek dema diçe gelaş biavêje, dibîne ku  pitikek bê tevger li kêleka zibildanê li erdê ye.

Piştî agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û cendirme diçin cihê bûyerê û dest bi lêkolînê dikin.

Li gor encama lêkolînan tê gotin ku ew zarok berî heftiyekê ji dayîk bûye û zarokek kur e û canê xwe ji dest daye.

Termê pitikê hatibû dîtin bi armanca pişkinînê bo Saziya Tiba Edlî ya Dîlokê hat veguhestin.