Li Qersê gur kete nav kerî: 35 pez jinav çûn, 50 jî wenda bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Zarûşadê ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, gur ket nav keriyê pez û 35 pez jinav çûn û 50 jî wenda bûn.

Li mêrga gundê Matatşen ê navçeya Zarûşadê, îro 12ê Îlonê dema ajeldarê bi navê R.T. pezê xwe diçêrand gur kete nav keriyê wî.

Di encama êrîşa guran de 35 pez jinav çûn û 60 pez jî ji tirsa reviyan û wenda bûn.

Di encama lêgerîna gundiyan de 10 pez hatin dîtin û 50 heta niha nehatin dîtin. Xebatên lêgerîna 50 pezên din ji aliyê gundiyan ve berdewam e.