Herêma Kurdistanê bo forûma G20 hat vexwendin

12-09-2021
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê G20 Îtalya Pêkvejiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke ji Herêma Kurdistanê dê li bajarê Bolognaya Îtalyayê beşdarî Forûma Diyaloga di Navbera olan a G20 bibe.

Li bajarê Bolognayê ya Îtalyayê di navbera 12-14ê Îlonê de Forûma Diyaloga di Navbera Olan a G20 tê li darxistin. Di foruma ku tê de serokên welatên cihê yên cîhanê jî beşdar dibin, dê peyama Papa Francis jî were xwendin.

Nûnerê Herema Kurdistanê yê Îtayayê Rêzan Qadir di derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û got ji Herêma Kurdistanê jî şandek ji bo forûmê hatiye vexwendin.

Rêzan Qadir diyar kir ku di forûmê de dê Wezîrê Karûbarê Ewqaf û Olî yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq jî wek axaftvan beşdarî panela bi navê "Pêkvejiyan" bibe.

Axaftina vekirinê ya panelê dê ji aliyê Serokkomarê Îtalyayê Sergio Mattarella ve were kirin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst