Eyad Ellawî: Referandum dawiya Iraqê nîne
Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokomarê Iraqê Eyad Ellawî ragihand, referanduma Herêma Kurdistanê nayê wateya bi dawî hatina yekîtiya Iraqê.
Eyad Ellawî îro sêşembî 12ê Îlonê li bajarokê Pîrmamê yê Hewlêrê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û pê re civiya.
Piştî civîna li gel Barzanî, Eyad Ellawî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Tişta giring, daxwaza aramkirina rewşê ye, diyalog û destbirina bo gotûbûja sazîner e di navbera aliyên iraqî de û di seriyê hemûyan de jî di navbera aliyê Kurdî û serkirdatiya Herêma Kurdistanê de, daku aştî û aramî ji bo hemû Iraqê were dabînkirin, tevî Kurdistanê jî.”
Li ser mijara referanduma Herêma Kurdistanê jî Elawî ji Rûdawê re got: “Referandum nayê wateya bi dawî hatina yekîtî û selametiya Iraqê.”
Derbarê civîna xwe ya li gel Serok Barzanî de jî Cîgirê Serokomarê Iraqê da xuyakirin: “Hevdîtin û civîna me erênî û giring û sazîner bû. Lihevkirin li ser wan mijaran hat kirin, ku hatin gotûbêjkirin.”
Li gel ku nerazîbûn li hember referanduma Herêma Kurdistanê heye û fişar bo paşxistina wê tê kirin, lê belê Serokê Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya herî dawîn de ku îro li Kerkûkê da, tekezî li ser wê çendê kir, ku bi ti awayî referandum nayê paşxistin û dê di dema xwe ya diyarkirî de were encamdan.
Biryar e di 25ê vê mehê (Îlon) de referanduma Herêma Kurdistanê bihê encamdan.