Li Qamişlo û Hesekê metirsiya derketina şer heye

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Hikûmeta Sûriyeyê çargoşeya ewlehiyê yên li bajarên Qamişlo û Hesekê dorpêç kirine, ev jî bûye sedema tirsa derketina şer.

Li Dêrazorê şer û aloziyên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çekdarên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê de her ku diçe mezintir û metirsîdartir dibin.

Berdewamiya êrişên grûpên çekdar ên Parastina Niştimanî yên li herêmên HSDyê yên li rojhilatê Dêrezorê û dorpêçkirina her du çargoşeyên ewlehiyê yên li bajarên Qamişlo û Hesekê tirsa derketina şer di nav xelkê de belav kiriye.

Lê kademîsyen Dr. Ferîd Sedûn ji Rûdawê re diyar kir ku ew egera derketina şer li her du bajaran dûr dibîne.

Ji bo aramkirina rewşê li herêmê, hêzên Rûsyayê navbênkariyê di navbera hêzên hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de dike.

Bi vê armancê roja înê, şandeyeke Rûsyayê ya astbilind li gel her du aliyan li bajarê Qamişlo civiyabû.

Li gorî çavkaniyên taybet ên Rûdawê, di civînê de, şandeya HSDyê daxwaza hilweşandina milîsên Parastina Niştimanî yên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê kiribû lê civîn bê encam bû.

Her li gorî çavkaniyên taybet, biryar e roja duşemê, şandeya Rûsyayê careke din li gel her du aliyan bicive û hewla aramkirina rewşê bide.